Beyazıt Taş

Jiyana Beyazıt Taş

Beyazit Taş (bi navê fermî: Beyazıt Taş) (* 1959 li parêzgeha Meledî, bakurê Kurdistanê) fîlozof û nivîskarekî kurd e. Dr. Taş li Swîsreyê dijî. Demekê dirêj di malpera Nasname (malper)yê de bi romî (tirkî) li ser felsefeyê dinivîsî, niha nake.

Jînenîgarî

Sala 1981’ê li İzmirê dibistana amadeyî Hava Özişbakanê bidawî dike. Ji sala 1989’ê ve li Swîsreyê dijî. 2003’yê ji zanîngeha Freiburgê, fakûlteya wêjeyê, beşa etîk û fîlozofiyê destûrdar dibe. Sala 2007’ê li heman zanîngehê angaşta wî ya doktorayê tê pejirandin. Babeta angaştê, “Di Platon, Nietzsche û Mill de, takekesê wekî heybereke aqilbend û pozberiyan çareser dike” bû.

Sala 2007’ê li Swîsreyê di weşanxaneya Academic Press / Fribourg de pirtûka ya bi navê “Vom Wächter zum Übermenschen. Das Individuum als vernünftiges und konfliktlösendes Wesen bei Platon, Mill und Nietzsche“ (Ji nator (panêr) heya mirovê raser: Di Platon, Nietzsche û Mill de, takekesê wekî heybereke aqilbend û pozberiyan çareser dike) hat weşandin.

Pirtûk

  • Sala 2008’ê pirtûka wî ya bi navê Felsefe Mektuplari (ku. nameyên fîlozofiyê) ji aliyê weşanxaneya Kanguru ve hat çapkirin.
  • Ji heman weşanxaneyê pirtûka wî ya bi navê Faydali Etik (ku. etîka kêrbar) jî çap bûye.
  • Sala 2012’yê ji Academic Press / Freiburgê, Aufnahmegesellschaft, Migration und Ethik (ku. civaka werdigire, hindikayî û etîk) der tê.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !