(Mihemed Îzedî)

Jiyana Heme Mela – (Mihemed Îzedî)

Heme Mela yek ji hûnermendên resen, helbestvan û dengbêjekî folklorîk ê Kurdistana rojhilat û derdora Merîvanê bu. Kesekî pir dihate hezkirin.

Heme Mela sala 1953 li gundê Mîrawa ya ser bi bajarê Merîvanê ji malbatekî hejar dayîk buye û her li wê derê dest bi xwendinê kiriye û yekem car di 16 saliya xwe de li bajarê Pêncwînê dest bi stran gotinê kiriye û di helbest nivîsandinê de jî xwedî ezmûnekî giring bû.

Herwaha li gor çavkaniyan Heme Mela, ji ber kêmdahatiya xwe xwedî jiyaneke sade û hejarî jiyana xwe derbas kir.

Di zivistana par a derbasbuyî de ji aliyê hin çalakvanên çandî û hûnerî ve li Merîvanê li gel hevalê xwe hûnermendê navdar Eynedîn ve li bajarê Merîvanê rêz û hurmet li hember wan hate nîşandan û hatin û waha wek hûnermendên rêzdar hatin nasandin.

Mihemed Îzedî yê wek Heme Mela tê naskirin, hûnermendekî resen û dengbêj û helbestvanekî bajarê Merîvanê di sala 2016an de çû ser dilovaniya xwe û koça dawî kir.

 

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !