Cemîl Ibrahîm

Jiyana Cemîl Ibrahîm

Di rojekê ji rojên nîvê pêşî yê meha yekê, sala 1950î de, li gundê Girkeftar, parêzgeha Hisiça li Rojavayî Kurdistanê, ji dayik bûye, diya wî Xedîce Eslan e, û bavê wî jî Hisênê Heso ye, ko heya niha jî bi navê mala Heso di nav xelkên herêmê de têne naskirin; Heso jî kurê Biro yê Dêwid e ….

Sala 1956-1962an, wî xwendina seretayî li dibistana gundê xwe kiriye, qonaxa navê û Instîtuta mamosteyan, 1963-1970î, wî li bajarê Hisiça xwendiye; sala 1972-1977an, wî li zankoya Şamê, fakolteya Mafnasiyê xwendiye, û bidawî aniye; ji sala 1984 heya Nîsana 2014 an, li bajarê Qamişlo ew bûye Parêzer, ji ber ko ew di sala 1972an de li bajarê Qamişlo niştecih bûye ….

Di sala 1966an de, ew bûye endamê Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriye, a ko piştre navê wê bûye “Pêşverû”, sala 1986an bûye endamê Komîtiya Navendî, ji sala 1992-1999an bû endamê Deftera Siyasî; sala 2006an ji nav rêza vê partiyê derketiye ….

Helbestvan Tîrêj ( Nayifê Heso) apê wî ye, û helbestvan Namî ( Mela Ehmedê Namî) xezûrê wî ye; ew 18 salî bûye gava ko wî helbesta yekemîn bi zimanê Kurdî nivîsî, lê wî gelek helbest nenivîsîn, ji ber ko di nav partiya ko ew endamê wê bû,wî gelek gotarên siyasî, ramanî, rewşenbîrî, bi zimanê Erebî dinivîsîne, û ji sala 1992an heya sala 2002an, ew berpirsê nûsîngeha ragihandina partiyê bûye …
Piştî ko ew ji nav partiyê derketiye, wî dest bi nivîsandina Kurdî dike, niha sê pirtûkên wî çapkirî hene:

BERHEM:
_ Guharok (Roman e), 2016an û 2019an çap bûye .
_ Çûna Silêmaniyê ( wêjeya Geştyariyê), 2019an çap bûye .
_ Şingalname (Roman e), Wî ew ji zimanê Erebî wergerandiye zimanê Kurdî, 2019an çap bûye .
Ew ji sala 01.08.2014an ve li Elmanya, li bajarê Dortmund, dijî, ew endamê komîteya rêvebir ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd (ên Sûrî) ye …

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !