Nivîskar Siyamend Îbrahîm sala 1953 li gundê Aşûr Benanî ser bi bajarê Amûdê ve ji dayîkbûye, di sala 1993 li gel hevalên xwe kovara Aso ya bi zimanê kurdî derxistiye û xwediyê yekemîn pirtûkxaneya kurdî li bajarê Qamişlom herwiha bi sedan gotar derbarê rojnamegeriya kurdî de hebûn.
Herwiha ji ber nerîn û helwestên xwe gelek caran ji aliyê rejîma Sûriyê ve hatibû girtin, ew jî weke gelek welatiyan ji ber xerabiya rewşa Sûriyê neçarbû ji welatê xwe derkeve û berê xwe da Ewropayê û li Alamnyayê li gel malbata xwe dima. Siyamend Îbrahîm li nexweşxaneyeka Almanyayê di temenê xwe yê 63 salî ya 2018an de jiyana xwe ji dest da.