Abdullah Yavuz

Helbestên Abdullah Yavuz

Abdullah Yavuz di sala 1972’an de li bajarê Mûşe navçeya Milazgirê li gundê Hesenpaşayê hatiye dinê.

MİN NİZANİBÛ

Qey hêsane ji dil bavêjim
Na Na nepirsin nabèjim
Li peyê wê xayînë
Digrîm hasîran dirêjim

Min nizanibû ku xayîne ew
Bi çend gotin û peyvèn derew
Birînek li canê min vekir
Tu derman Lê nagire kew

Bê sedem got ezê herim
Tu çi bêjî ez venagerim
Wek rêwîyek rê şaşkirî
Nizanim ez kuda herim.


Tu Nehatî

Ne bira û bav ne ap û xaltî
Şêrîntirî ji herkesî û her tistî
Ev dil ji hesreta te şewitî
Were dilê min ka tu nehatî

Tu nizani ev dil bête nikare
Çavên min li rê man guhê min guhdare
Çendi sal derbasbû disa bihare
Were dilê min ka tu çima nehatî

Emir derbas bû dem dibore
Bê yî te evîn wek dîlekî kore
Çilmisîn gulên me yèn ji rengê sore
Çi bikim dilê min ka tu ne nehatî.


Dil jî wek welatê min

Dil ji wek welatê min,
Xweşî lê nine ji bin
Dibêjim derd qediyan
Dikeve rêzê kulek din

Xayinan dilê min sotin
Ji derdê wanin ev gotin
Hun bazirganên çi ne
Ma welat tê firotin.

Ji welatê ap û xal an
Dinivsînim bi salan
Keserên xwe kom dikim
Bi sebra pîr û kal an

Ez ê her binim ziman,
Bedewiya te nistiman
Xwezil li ber baxên te
Ez bibuma baxçevan

Bi ava hest û dila
Av bida baxê gula
Li ser te min bigota
Ji awaz û sewta bilbila

Ger xelat bim ger celat
Ezê bêjim li ser welat
Evina dilê mine
Heta neyê roja felat

Li çiya deşt û zozanim
Ne hunermend ne hozanim
Li ser eşqa welat xwe
Helbestvanekî dilovan im.


DÎSA BIHAR E

Bilbil digirî dîsa bihar e
Ji saxên darê nayë xwarê
Dixwîne evîna gulê bi deng û awaz
Agir berdaye dilê hejarê

Bese bilbilo bese menale
Eva halê te ne tu hale
Berê min û te gelek şewitîn
Wek elî herîrî feqiyê kale

Lo lo bilbilo dîsa bihar e
Bes bişewitîne vî dilê jar e
Hatin derbasbún çend meh û sal e
Min ji wek te helbest kiriye war e

Bese bilbilo bese menale
Eva halê te ne tu hale
Berê min û te gelek şewitîn
Wek elî herîrî feqiyê kal e.


NA NEPIRSE

Na na qet nepirse,
Pistî te ez qet nemam bi tenê,
Gelek hevalên min çêbûn
Her şev em li gel hevin
Carna li bin darekî,
Carna li ber dîwarekî
Ez xem jan û keserên te,
Ez helbesta dirêzim
Keser bi dil re dikin axîn
Jan digirî dikeve taya eşqa te
Xem serxweş dibin bi xeyalên te
Heta berbangê,
Dema ez li bin darê bim
Bilbil ji dibe guhdarvanê bedewiya bejna te,
Ka çi dipirsî zalim
Her şev eve halê min
Dimrim dûrî te
Rojekî tu yê bibihîzî,
Ku ez bûme miriyê eşqa te…


Mezrabotan…

Hozanekî bê sazim
Dil bi hesret û awazim
Êş û evînên welat
Bi gotinan dibêjim

Çiya û dest û zozan
Bax û xwez û bostan
Dixwazim bînim ziman
Warê xwe mezrabotan

Bila kes nebe xemgîn
Bi hêvîyan em bijîn
Da ku rabe girîn û şîn
Talan nebin tu evîn

Bila azad bijîn mem
Nekişînin zîn derd û xem
Xeca zerîn sîyabend
Rigar be evîn herdem

Çiya û dest û zozan
Bax û zevî û bostan
Dixwazim bînim ziman
Warê xwe yê gulîstan.


ÎRO WERE DİLBER

Weri iro dilber
Dem bê denge
Evîn heft renge îro
Bilbil te dixwîne
Bi awaz û denge

îro were dilber
Ne seydayè cegerxwîn xembar bike
Ne Dil bibe ji melayê cizirî
Ne di tenètiya xanî de bijî
Ne ji di kesera evdal de binale
Ne dûrkeve ji kûlilkên şêrko bêkes
Ne lal bike bilbilê dilê min

ìro were dilber
were bibe kew li birîna sîyabend
paqij bike hêsiran ji çavên xecê
were bibe ronahì li zîndana mem
were dilber îro xwe berde nava dilê evînê.


Dil mihacir e

Ji kê re bibêjim eşqa vî dilî
Li kê bikim ez gazinc û gilî

Emir derbas bû ji sî û çilî
Ax dilo tu hêjî şeyda û bilbilî

Bi peyê gulek bi evîn ketî
Ser û bin tu tev de ar û pêtî

Ji keser û derdê dûriya ji wê
Dîn û diwane sergerdan û şêtî

Hezkirin çi xweşe dûrî agire
Her gavê dişewite dil dadigire

Li peyê evînê dil her mihacire
Arek e di canda qet venamire


Halê mine ev

Cihan dagirtiye ji şahî û kêfê
Hezker direqsin li ber daholê defê
Qet haya te jê nine ku çendîn roje
Min serî ranekiriye ji ser balîfê

Hêz nîne ez rabim dakevim jînê
Jana nebûna te rûniştiye li ser sînê
Dilê min dagirtiye ji elem û xwînê
Bêyî te herame li min jîyan li vê dinê

Kuda herim nikarim ji te bikim rev
Te dibînim bijangên min her diçin serhev
Westiyayî me bêxewim dîsa wekî herşev
Ne gazince horiya xewna halê mine ev.


 

çavên te bela ne

Birî û bijangèn belek dema ji hev digire
Dilê min disekine zimanê min nagere
wek xençerekî li ser singê min bikeve
Nikarim ez bêjim tu gotin û xebere

Ew çavèn reşin tîr jê diweşin
Ji kûrda binêrin bela û êşin

çavên te li serê min dibin derd û bela
Dibin nêçîrvan lê dixin li cerg û dila
Avde dilè bi evîn ji kaniya kila
Dixwîne dilè min li ser te ji awazè bilbila

Ew çavên reşin tîr jê diweşin
ji kûrda binêrin bela û êşin


 

Çend hesret e

Canê min cemidì dilè min diare
Wext derenge dîsa li min êvarè
Çavên min girtiye şeva min bêçare
Evîna min sêwiye hestê min bê ware

Nizanim tu razayî nizanim şiyarî
Gelo tujî wek min ji can bêzarî
Ez ketim xeyalên te li şevên tarî
Tenê tû hêviya vì dilê mest û jarî

Çend hesrete ji êvarde ev dil dirêse
Carekî gewrè halê min bibînî bese
De were xewna min ji minre bêje
Demjimêr bûye çar berbang davêje


 

Ey milletê qedîm û jîr

Li ser singè welatè min
Ereb ecem û ewên din
Dar û stûnén konè xwe
Kutane nav kezeba min

Li kezeba min şûr û rim
Ji ber vê êşê mirim çûm
Ka bê jin çi ferq maye
Di navbera mirî û saxê min

Ev milletè qedim û jir
Ji ber çi ma ber û eşîr
Dewran û dem zivirîn
Me ji xwere nekir tevdîr

Em bûn bela li serèn hev
Bi ramanén çewt û derew
Gelo çima ji mere dibèjin
Birakûjên qewmë kew

Ez û tû em ji yek axê
Xwedî êşek heman daxê
Bilbilên baxên me îro
Bêdeng mane li ser şaxè

Ereb ecem romî kîne
Li ser me ew efendîne
Werin bese em pipirsin
Ev çi hale ev çi jînê

Bişikînin zinciran bé tirs
Ji xwe bikin sual pirs
Çawa tûran ereb û firs
Bûne netew millet û girs


 

JI DİLÊ WELATEKÎ BİNDEST

Ka ez ji ku ve bêjim
Seri ji derdan gêjim
Ji dilê welatekî bindest
Ez helbestan dirêjim

Ger paqij nebe mabest
Guhdar neke tu helbest
Ev qîrîn û girînan
Tên ji dilê welatekî bindest

Ka veke deriyên dil
Binêre tu li çavên şil
Çendî mane bê miraz
Xort û keçên çav bi kil

Li ser milê me darbest
Laşè şehid bi rê ket
Bi pêyvên şehid namirin
Gelê me azadî dixwest

Bûne rêz ketin pêşbirk,
Kec û xortên çavbelek
Li asimanên azadiyê
Bi hezaran bûne stêrk

Ji mere bûye jiyan
Şer û ceng û berxwedan
Emè her bi parêzin
Bi fikr û raman û giyan

Ev gilî û gazine
Heval doz pir mezine
Kesên dozê diparêzin
Dil ji pola û hesine

Doza me her dijiya
Ji zerdest ta mediya
Em iro her şanazin
Bi piling û bazên çiya

Ev dilê kurdistane
Ji bo şêran meydane
Heta azadî neyè
Her dem şer û dilane


 

Digerim ez xwe nabînim

Ji hey hey û germolê
Ji gengeşiya li vë holê
Wek dînek daketim çolê
Digerim ez xwe nabînim

Ketim rabûm ez lerizîm
Bi dil û hestan derizîm
Wendabûme ez qerisîm
Digerim ez xwe nabînim

Li me xiyanet hat kirin
Însan çi bebext ú bi girin
Bask şikandin ez nafirim
Digerim ez xwe nabînim

Ji însan dûrim direvim
Lalek bê ziman û devim
Min berdin ji min dûr herin
Digerim ez xwe nabînim

Ken û şahî min ji bîrkir
Ji derdan xwe pîr û kalkir
Bi xayînan re min şerkir
Digerim ez xwe nabînim

Min berxweda têkoşiyam
Li hemberê nebaşiyan
Dînbûm ez ji ber şaşiyan
Digerim ez xwe nabînim

Wek rêwiyêk binê axim
Ceger sotî dil bi daxim
Her daîm bi ax û waxim
Digerim ez xwe nabînim

Hún di xewde ez şiyarbûm
Li ber çavan her diyarbûm
Li hespê felekê siyarbûm
Digerim ez xwe nabînim


 

Kaniya dil

Kaniya dilê minê har
Di herike her êvar
Çima di bîra te nayê
Te ji jë avek vexwar

Qey bi te tehlbú ev av
Te jê vedixwar her gav
Îro tu çima şêlû dikî
Bi gotinê sar û xav

Ava dil wekî zemzem
Wè biherike herdem
Bi serhevda pêl bide
Ji tu kesekî nake xem

Kaniya min ji heste
Asteng nake tu deste
Mistek hezkirin hebe
Ji hemû kesî re doste

Ji guran ra ne şîvim
Mêzîn nîne bipîvim
Ji dilên paqij ra ez
Ez ronî û hêyvim

Pir tişt hene ez bêjim
Ji dil derxim bavêjim
Eletewşîyên hin kesan
Bi van peyaman dibêjim

Ne camêr xwe dinasin
Li pişta camêran barin
Wek demsala zivistan
Bê germahî û sarin

Kesek ji min neêşe
Ji dil tê ev dirije
Îşev jî min serê we
Bi galè galè kir gèj e


 

Şagirtê Cegerxwîn im

Dixwazim bi helbestan
Bibim hêviyên bindestan
Her û her binim ziman
Êşên gelê Kurdistan

Dibim berdevkê hestan
Dijim bi kul û xeman
ji keserèn dilê xwe
Derdên xwe tînim ziman

carna ji dibim evîndar
wekî bilbilek bê war
li ser gulê dixwînim
Helbesta ji dilê jar

Hestên min dibe kêmbe
Ne wekì ava çembe
Li şopa seyda diçim
Wê roje teqez çêbe

Hevokan ez dirêjim
Dil û can pêre disojim
li ser evînè û welat
Digirîm ez dibêjim

Dilè min tije xwîne
Helbest ji peyvên birîne
Hûn zanibin ev xizan
şagirtê cegerxwîne


Mella

Çima ewqas li me kombûne ev derd û bela
Li ser xwîna me bilindibin ev qesr û kela
Rojê pênc cara dixwînî bang dikî azan û sela
Yek carekî jî rastiyê vebêje bine ziman mella

Ayetên qûraanê binirxîne ji mere vebêje
Tenê ol ne çend sinet û di rikat nimêje
Wek baranê zilim dibare bi serme de xwîn dirije
Wayê li ber çavên min û te diyare mella

Ew ola xwîna min li yekê din helal dike çiye?
Ne peywira te ye ku bêjî gelo rastî li cem kêye?
Bawerbike ji rastiyê rev ji bo tu kesî ne çiye
Erka te ye ku tu bibî berdevkê rastiyê mella


 

BERMALÎ

Dilo tu çendî dinalî
Li ser wan çavën xezalî
Lo lo dilo qet ne pirse
Dibên ew búye bermalî

Por berdaye herdû alî
Çavên zelal û xezalî
Bi awirên tîr û xençer
Kuştim ketime vê halî

Bejin zirav reng esmere
Li balê xeml û kembere
Ji lingan heta serî
Delal tev zêr û cevhere

Sûret sor lêv gelyaze
Sox û şeng nûwaze
Wek stranek evînî
Li ser devê min awaze

Tev marîfet temam fame
Ji bêhna lalezarên dême
Li ser bedewîya delalê
Çiqas bêjim jëre kême.

https://www.bernamegeh.org/2019/08/12/jiyana-abdullah-yavuz/

Lê Binêre

Çîmen Adil

Helbestên Çîmen Adil

Çîmen Adil ji dayikbûna sala 1990 bajarê Rimêlan yê Rojavayê Kurdistanê, xwendevana beşê wêjeya frensî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !