Jiyana Dengbêj Dayika Sebah

Di sala 1964an de li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê hatiye dinê.

Gelê Kurd xwedî çand û folkloreke resen e. Kilaman jî di vê çandê de cihekî girîng girtiye. Bi taybet jinên Kurd dema diçûn ser kaniyê, çêrê yan jî li ber dergûşan xwe kilam û stran digotin. Jinên Kurd ku kilam ji dayik û pîrên xwe girtin, heya roja îro nifş bi nifş dan jiyandin.

Sebah Receb Rustem a ji navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ye û dayika 6 zarokan e. Kurekî wê astengdar e. Malbata dayika Sebah di xaniyekî li ser kolaneke qerbalex de dijî.

Dayika Sebah şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyan berê xwe da Şehbayê, bi tenê nehiştin. Deriyê mala xwe li ber wan vekir û ew hembêz kirin. Dayika Sebah a ku mala wê ji 3 odeyan pêk tê, odeyeke xwe da xelkê Efrînê û ev ji salekê zêdetir e bi hev re dijîn.

40 sal e kilaman dibêje

Sebah ji 15 saliya xwe ve kilaman dibêje. Dayika Sebah di ciwaniya xwe de li gel pismanên xwe yên di dawetan de li def û zirneyê didan, stran digot.

Dayika Sebah xwedî dengeke zelal û pak e û ji aliyê nasên xwe ve pir tê hezkirin.

Sebah di temenê xwe yê 17 salî de dizewice, wek piraniya jinan jiyana dayika Sebah jî bi zewacê vediguhere êş û azaran. Wê jî li ser vê rewşê kilam çêkirin û di her dîwanekê de digotin.

Dayika Sebah bi naskirina tevgera rizgariya Kurdistanê re, rihê welatparêziyê li gel wê çêbû. Keça wê Jiyan Rustem tev li refên tevgerê bû û li Rojhilatê Kurdistanê şehîd bû. Dayika Sebah li ser keça xwe û azarên salan ên gelê Kurd kilam çêkirin û di minasebetan de gotin.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !