Bi devê dengbêjê hêja jiyana wî;
Ez di sala 1967’an de li bakûrê Kurdistanê li herêma Serhedê û li Gundê girêdayî navenda Bajarê Mûş ê, li Sahag’ê ji dayîk bûm û min ji, jiyanê ra çavên xwe vekir.
Ji ber sedema ku Welatê me dibin nigê dagirkeran da bû, navê me yên bi Kurdî li Gerîngeha Gelhê ( Daîreya Nifûsê ) bi Kurdî ne dipejirandin, ji ber wî sedemê dê û bavên me nedixwestin ku rojbûyîna me li Gerîngeha Gelhê qeyd bikin. Roj bûyîna min ji ber vî sedemê ne diyare. Di sala 1989‘an de payizê bûyerekî li me qewimî û em ji gundê xwe koçber bûn! Dayika min dibêje tu payizê hatiye Cîhan’ê. Lê pismamekî min, carekî ji min ra gotibû tu û kurê min salekî di dû Erdheja Gimgim’ê ra hatine Cîhan’ê. Erdheja Gimgim’ê di 19.08. 1966 an de çê bibû. Di wê Erdhejê da 2118 kes mirin û bi hezaran kes jî birîndar bibûn. Xweda yê Dilovan carekî din wê Erdhejê dubare neke înşella. Carek berê jî di 31.05.1946 da li Gimgim’ê Erdhejekî mezin çê bibû. Mixabin ez di wê Erdhejê da hejmara mirîyan û birîndaran nizanim! Li ser Rojbûyîna min, li gorî van gotina, tê zanîn ku ez di sala 1967’an de Payizê hatime Cîhan’ê. Ez di 09.10.1988 an da zewicîm. Pênc heb jî zarokê min hene. Bi navê Mihemmed, Mûrad, Ayşe, Rozerîn û Evîn.
Navê dayika min Hecî Qîmet e. Navê bavê min Hecî Ehmed e. Sê bira yê min û pênc jî xuşkê min hene.
Min jiyana xwe hetanî sala 1990’ î li Welat derbas kir. Di pişt ra em koçberî Metrepolê Tirka bûn. Ji sala 1995’an virda ez wekî penaber derketim Elmanyayê. Li Elmanyayê min heta mafê xwe yê rûniştandinê stand, min gelekî zor û zehmetî êş û çîle jî kişand. Ev 12 salin hîna ez qet neçûme Welat’ê me yê şêrîn û nûranî. Ji hesreta Welat, nav û dilê min wekî tirafa agir dişewitin.
Dema Welat’ê me yê şêrîn dikeve bîra min, ez Bilûra xwe didim destê xwe û bi miqamên me yê cûrbicûr, bi axîn û nalîna dilê xwe û bi hêsirên çavê xwe, Welat’ê me yê şêrîn û nûranî tînim bîra xwe. Carna jî dest dikim kerika guhê xwe û bi Kilam – Stran û awazên xwe û yê Dengbêjan, Kurdistana şêrîn tînim bîra xwe.
https://www.bernamegeh.org/2020/10/14/helbesten-dilbirine-desta-muse/