Muhemedelî Qasimiyan di sala 1960an de li kelê Rezmqanê li bajara Şîrvanê tê dinê. Hezkirina wî ya muzîkê di xortaniya wî de dest pê dike. Gellek caran tevî dîwan, şevbihêrk, cejn û festîvalan dibe. Gel dibîne ku dengê wî xweş e her tim bi dil û can lê guhdar dikin. Wekî dengbêjekî ji cure û mûzîka Bakurê jî îstîfade kiriye.
Ew ji xeynî dengbêjiyê helbestan jî dinivîse. Gellek helbestên xwe beste kirine wek klam strandine. Bi alîkariya enistîtûya Ehmed Xanî ya li bajara ûrmiyê albûmek amade dike lê ji ber sedemên neyînî albûm nayê derxistin. Dengbêj niha li ser muzîka Kurdî xebatên xwe didomîne.