Dengbêj Seyîd Fadil Cizîrî bi strana xwe ya “Heyran Jaro” li herêma Botanê tê nasîn. Dengbêj Fadil ji zarokatiya xwe ve di dîwanên şevbêrkan de cih girtiye û dengê wî li Botanê zêde tê hezkirin.
Seyîd Fadil Cizîrî sala 1962’an li gundê Seletûnê yê Silopiya ji dayîk bûye. Dayika Seyîd Fadil Cizîrî, Sêvê jî dengbêj bûye û dengbêj Fadil bi kilamên dayika xwe mezin bûye. Dengbêj Fadil di temenê xwe yê biçûk de elaqeyeke zêde nîşanî stranên dengbêjiyê dide û her strana ku ji dayîka xwe dibihîze ji ber dike.
Seyîd Fadil di 14 saliya xwe de dest bi strîna kilaman dike û piştî vê yekê li herêma Botan, Serhedê gelek deverên başûrê Kurdistanê digere û di dîwanên şevbêrkên dengbêjan de cih digire, dengê xwe pêşkêşî gel dike. Seyîd Fadil di dîwanên dengbêjên Botanê de jî bi şevan heya seatên serê sibê dengbêjiyê dike.
Dengbêj Seyîd Fadilê Cizîrê li herêma Botanê zêdetir bi kilama ‘Heyran Jaro’, hat naskirin û gellek kes bi vê stranê Fadilê Cizîrê bi bîr tînin.
Bi demê re guhdarên Seyîd Fadil zêde dibin. Seyîd Fadil Cizîrî kilamên payîzok, dengbêjî û dewetê dibêje. Gelê Botanê jî elaqeyeke mezin nîşanî kilamên Seyîd Fadil dide û ji bo dengê wî qeyd bikin li gel Seyîd Fadil her tim têkiliyê datînin.
Di qezaya tirafîkê de Seyîd Fadil kurê xwe Cemal ji dest dide û piştî kurê wî nexweşiya ‘Parkînson’ pê re çêdibe. Seyîd Fadil ev 7 sal in li hemberî nexweşiya ‘Parkînsonê’ li ber xwe dide. Piştî nexweşiyê Seyîd Fadil dest ji dengbêjiyê berdide.
Wî û zarokên wî di “qedexeya derketina derve” ya 14’ê Kanûna 2015’an de 25 rojan li taxa Cûdî li ber xwe daye û kurê wî Murat Ergul jî di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye.
Dengbêj Fadil Cizîrî di Tîrmeha 2018an de jiyana xwe ji dest da û koça dawî kir.
Strana Heyran Jaro
“Heyran jaroo
Tenûna Sindiya tenûna Sindiya hey heyy hayê hêy
Hey jaro min go ber keviya
Hey belê malan bar kir
reşkê reş kona
E’ nizanim ne simbêlê
heyranê min sortir in
Ne qurmizê ser destê keçikê van Cuhiya
Hey belê wezê heyranê xwe
Cizîrê Banê Xanê nahêlim
Ber gezê mêş û va pêşiyan
Wezê heyranê xwe bibim
zozana Mela Mêrgê zozanê Teya
Ber toz û ecacê va keriya
Wezê destê heyranê xwe
bigirim raserê mila Hewrexê
Min go çêrîna kew û kêvrûşk
û va kûviya
Hey jaro ho ho hoo”