Jiyana Dengbêj Zahiro

 Zahiro di sala 1950´î de li gundê Kinyad a Farqînê ji dayik bûye. Zaroktiya wî li Kinyadê derbas dibe û di 15 daliya xwe de tevi malbata xwe koçberê Kop (bi Tirkî Bûlanik) a Mûşê dibe. Ew jî wekî hemî dengbêjên Serhedê ji dibistana Evdalê Zeynikê ye. Dewleta Tirk navê Zahir Koçu pêvekiriye.

Zahiro ji nifşa dengbêjên wek Reso, Şakiro û Huseynê Mûşî ye. Ev her sê jî çûne ber rihma Xwedê û ji wan Zahiro wek yadîgar maye. Ronakbîrên Kurda, yên dixwazin di warê hunera gelêrî ya Kurda de xebatê bikin, divê zûtirkî biçin cem wî û di bîr û mejiyê wî de çi hene tev berhev bikin ku ew jî mîna yên din xezina xwe bi xwe re nebe gorê!

Zahiro niha nexweş e. Mala wî li Îzmîrê ye û rewşa aboriya wî jî ne baş e. Tirsa min ew e ku ew jî wekî Şakiro- kewê ribat- ji xizaniyê bimire… Kurd wê pir poşman bin lê mirî ji gorê ranabin…

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !