Ebdulbaqî Huseynî (Abdulbaki Hussaini), nivîskarekî kurd e ku di sala 1961ê de li Qamişloka binxetê hatiye dinyayê. Wî xwendina xwe a sereke, navîn û lîse li Qamişlokê xwendiye.
Pişê li Zanîngeha Şamê di navbera salên 1979–1985an de xwendina xwe di fakulteya çandiniyê de wek endezyarê çandiniyê xelas kir.
Ji sala 1999an û vir ve li Norwêcê dijî. Di sala 2006-2009 Master di warê duristkirina Stadyoên Golf de ji zangoya Oslo xelas kir.
Berhemên wî
Çîrokên mîran, pirtûkeke folklorî ye ku ji 20 çîrokan pêk tê. Di sala 1991ê de li Beyrûdê çap kiriye.
Berpirsyariya kovarên kurdî Gurzek Gul (1989–1991) û Zanîn (1991–1997) dikir. Ji sala 2011 ve serokê Hevbenda nivîskar û rojnamevanên kurd li Suriya ye (HNRKS) Berpirsê beşê kurdî ye a rojnameya (Pênûsa Nû). www.penusanu.com
Hin berhemên wî li ber çapê ne.
Ew niha gotarên xwe bi zimanên kurdî û erebî di rojname, kovar û malperên Internetê de belav dike.