Navê wî yê fermî Bişar Elî Muhemed e bi nasnavê Elind Mizûrî tê nasîn.
Di sala 1969an de li baĵarê duhokê hatiye dinê.
Bi destpêka sala 1987ê dest bi nivîsîna berhemên edebî kiriye bi taybetî di warê helbestan de.
Di heman sal de berhemên xwe di rûpelên roĵnameyan de belav kirine wek Hawkarî, Paşguya Iraq.
Di sala 1997an de dest bi nivîsîna berhemên edebî yên zarokan kiriye.
Pirr helbestên wî bûne srûd û stran bo mezin û zarokan.
Çendîn gotar û babetên cuda cuda yên edebî, çandî, hunerî, civakî kulturî yên zarokan di rûpelên kovar û roĵnameyên deverê û malperên cuda de hatine weşandîne .
Pişikdariya çendîn kongre û festevalên edebî û yên zarokan kirye.
Endamê nvîskarên kurd yê tayê dohukê ye.
Endamê tîpa (grupa) muzîka zarokan ya dohukê û yek ji damezrînerên wê ye.
Bo mawê çend heyvan li kenalê (badînan) satê li baĵarê duhokê li beşê zarokan kar kiriye.
Bo mawê sê salan li kenalê war li baĵarê duhokê li beşê zarokan wek nivîskar û amedekarê goşeyên bernamê zarokan kar kiriye.
Bernameyek bi navê mêrga zarokan bo kenalê helhelok yê zarokan li baĵarê duhokê amade kiriye.
Komeka helbestên zarokan li ser baĵarên kurdistanê bo kenalê zarok tvyê bakûrê kurdistanê bo hunermend elî tekbaş amade kirine.
Çend bawernameyên rêzgirtinê wergirtîne di biyavê nivîsînî de .
Berhemên Çapkirî
Dîwana (xerîbî) ya helbestan li sala 2010 hatîye çap kirin bi arîkariya yêketiya nivîserên kurd tayê duhokê.
Dîwana(werzekê pîr) ya helbestan li sala 2016 hatiye çap kirin.
Berhemên xêzkirî û amade bu çapê –
dîwana(mêrga awazan) ya helbestên zarokan li rêveberya çap û weşanê li baĵarê duhokê
Dîwana (Baxçê kulîlkan) ya helbestên zarokan li weşanxana morî zarok li baĵarê amedê.
Berhemên Berhevkirî
- Dîwana(zengil) helbest bo mezinan.
- Dîwana (duyryatî) helbest bo mezinan.
- Dîwana (Berxwedan) helbest bo meznan, komeke helbestên bergiryî û berxwedanê ne.
- Dîwana (awazên kevokan) helbest bo zarokan.
- Dîwana (werzê pelatînka) helbest bo zarokan.
- Dîwana (gulistan) helbest bo zarokan.
- pirtûka (perwerdekirina zarokî brêka muzîkê û yarya) pirtûkeke perwerdeyî ye.
- Pirtûka (100 navdarên kurd) bo zarokan .
- namêlka pêzanîn li ser ( endamên leşê mirovî), bo zarokan.
10 . namêlka pêzanîn li ser ( fêqî û zerzewatî), bo zarokan. - Namêlka ( fêrkirna zimanê kurdî bi tîpên ‘erebî û latînî), bo zarokan
- Fêrkirina (tîpên zimanê kurdî) bi şêwê helbest bo zarokan.
Helbesteke Elind Mizûrî
Kurdistan
Ez deşt û zozan û banî çiyame
Kurdistanim ez welatê kurdame
Gulistanim ez behişta dilame
Warê egîd û xoşmêr û xûrtame
Ez soran û badînan û botanim
Mîrnişîna baban û erdelanim
Mihabad û çarçiraya qazîme
Helepçeme, ez dêrsim û kobanim
Lulu û kardox û mîtan mêĵoya min
Kela dimdim û newroz şoreşa min
Zor rêtin rondik û xwîn ses sîngê min
Daku berz û bilind bibe ala min
Dergoşa tev şaristaniya ez bûm
Berî hemyan şaneşîn û dewlet bûm
Nehezan parvekirim kirme çarke
tim hember wan wek volkan û lehya bûm
yan ev destewaĵeye li rêza dawiyê bihêt
(Dê bim dewlet doĵmin ĵi bermin kore bûn)
https://www.bernamegeh.org/2020/09/30/helbesten-elind-mizuri/