Evdilqadirê Geylanî (z. 1078 Gilan – m. 1166 Bexda) nivîskar û alimekî misilman ê kurd ko terîqeta qadirî girêdayî baweriyên wî ye. Gora wî li Bexdayê ye.[1][2]
Jiyan
Navê wî yê tivav Ebû Salih Seyîd Muhyedîn Ebdulqadir ê Geylanî ye. Ew li serê heyva remezana sala 470yî mişextî (1078an) di malbateke seyîd de li gundekî herêma Gilanê li bakurê Îranê hat dinyayê.
Ji bo dûmandina xwîndina xwe çû Bexdayê û fiqih û şerîet li ser rêbaza Henbelî xwend û bû yek ji navdarên mezheb ango rêçika Henbelî. Di tesewwufê ango sofiyatiyê da, ew yek ji murîdên Cuneydê Bexdayî bû. Nasnav ango leqebên wî ev in: muhyeddîn(vejînendeyê dînî), Sultanê Ewliyayan û Xews
Wî 4 jin û 49 zaro (27 law û 22 qîz) hebûn. Gorr û mezarê yek ji pisên wî Şêx Ebdulezîzê Geylanî li bajarê Akrê ye.
Pirtûkên Evdilqadirê Geylanî
- Futuh al-Xeyb
- El-Fath ar-Rabbani
- Cala’ al-Khawatir
- Malfuzat
- Al-Ghunya li-Talibi Tariq al-Haqq
- Khamsata ‘Ashara Maktuban
- Al-Fuyudat al-Rabbaniyya
- Bashair al-Khairat
- Kitab Sirr al-Asrar wa Mazhar el-Anwar
Çavkanî
- ↑ From the 12th century onward, Sufism spread amongst the Kurds. The main Sufi orders amongst them are the Qadiriya who trace their origin to the Kurdish Sufi ‘Abd al-Qadir al-Jilani
- ↑ http://www.ehlisunnetbuyukleri.com/Islam-Alimleri-Ansiklopedisi/Detay/SEYYID-ABDULKADIR-I-GEYLANI/1440