Jiyana Felat Özsoy

Felat Özsoy, nivîskarekî kurd î bi zimanê tirkî ye ku di sala 1974’an de li gundê Çilkaniyê yê Çewlîgê hatiye dinê.

Özsoy dibistana seretayî û ya navîn li gund xwendiye û dûre çûye Çewlîgê dibistana amadehiyê xwendiye. Di 1990’î de li Zanîngeha Dîcleyê dest bi beşa biyolojiyê kir. Paşê ji ber xebatên siyasî dest ji xwendinê berdaye û di nav şoreşa bakur de cih girtiye.

Di sala 1995’an de li Stembolê hatiye girtin û nêzî 10 salan li girtîgehê maye. Di sala 2004’an de ji girtîgeha Bursayê hate berdan. Di sala 2005’an de wekî damezirînerê DTP’ê û berpirsiyarê Çewlîgê peywir girt.

Berhem

Yekemîn pirtûka Felat Özsoy di sala 2007’an de bi navê “Öncesi ve Sonrasıyla 1925 Kürt Direnişi” (Berxwedana 1925’an a kurdan û berî wê û piştî wê) derket. Pirtûk wekî lêkolîneke dîrokê di sala 1998’an de li girtîgeha Bayrampaşa ji aliyê Felat Özsoy û Tahsin Eriş ve hatiye nivîsandin. Felat Özsoy endamê Komeleya Nivîskarên Kurd e.

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !