Navbirî kesekî binavûdeng û di nav xelkê navçeyê de, dihate hezkirin.
“Helweda” di destpêkê de, di aliyê helbest, û nivîskariyê de bihêz bû, û gellek çîrok û şanoname pêşkêşî edebiyat û zimanê Kurdî kirine. Şaroçkeyî Şadî, Xezêneyî Bize, Şikoyî Evîn û Berxole , ji berhemên wî tekoşerê Edebî yê Kurd in.
Resûl Reşehmedî cuda ji karê helbestvaniyê, mamostayê Xanenişîn bûye. Wî helbestvanê kurd çend berhemên din amade kiribûn, ku bi sebeba nebûyîna hevkariyê nekariye belav bike.
Termê navbirî di nav girseya xelkê Mehabadê, di kêleka navîskar û edîbên din yên Kurd di wî bajarî de bi axê hate spartin.