Jiyana Mihemed Sedîq Bîçer

Di sala 1960’î de li Farqînê hate dinê. Dibistana seretayî li gundê Korîtê xwend.

Piştî ku dibistana seretayî qedand êdî nexwend. Di sala 1992’yan de ji doza PKK’ê hate girtin. Niha jî li girtîgeha Alanyayê girtî ye. Di zindanê de li ser ziman û wêjeyê dixebite.
BERHEM:
Stêrka Sêwî, Helbest, Weşanên JJ, 2013

KEVOKA SPÎ

Tu wek kevoka spî
Îşev nizanim li kur bî
Çi şêrîn û muhub î
Min divê yara min tu bî

Çêtir î ji keça şaha
Tu li ba min qîmet biha
Pênûsa feylesofê deha
Weki îlmê babil taha

Rinda min keça keleş e
Por û zulf û gulî reş e
Carekî dî were bimeşe
Çiqasî navê te xweş e

Tu ne derd î ne birîn î
Ez mem bim tu jî zîn î
Ez ne şahî tu ne şîn î
Ez jiyan bim tu jî jîn î.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !