Jiyana Mihemed Emîn Zekî

Mihemed Emîn Zekî, dîrokzan û niviskarekî kurd bû û sala 1880’yî li Başûrê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji dayîk bû.

Piştî dibistana seretayî li Silêmaniyê Amadehiya Leşkerî diqedîne û ji wir derbasî Akademiya Leşkerî dibe a li Bexdayê. Paşê li StembolêAkademiya Şer dixwîne û Akademiya Bilind a Şer bi yekemtiyê diqedîne. Di Şerê cîhanî yê yekem de li gelek cepheyan şer dike. Sala 1924’an vedigere Iraqê û li Dibistana Şer a Bexdayê dersdarî û rêveberiyê dike. Piştî vê dikeve hikûmetê û dibe Wezîrê Parastina Neteweyî. Mihemed Emîn Zekî Beg piştî ku Hikûmeta Yekem a Nûrî Seîd Paşa ava dibe, tê ser karê Wezareta Aboriyê. Di tîrmeha sala 1948´an de li Silêmaniyê diçe ser dilovaniya xwe.

Hinek ji berhemên wî

  • Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol. Ji aliyê Ziya Avci ve bi tîpên latînî û bi kurmancî hate wergerandin.
  • Meşahirî Kurd u Kurdistan
  • Tarîxî Silêmanî

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !