Di sala 1947’an de li navçeya Erganiyê ku girêdayî Diyarbekirê ye tê dinyayê. Sal tê 1960’ê koçî navçeya Tarsûsa Mersînê dikin. Bi tevahî 17 xwişk û bira ne. Dema xwendekarî û memûriyeta xwe li Tarsûsê didomine û dike. Di sala 1993’yan de ji karê Bankavaniyê teqawît dibe. Pişt re demekê bi siyasetê re mijûl dibe. Partiyên wek HADEP û DEP’ê de xebatên siyasî dimeşîne. Pirtûkên xwe bi zimanê Tirkî û Kurdî nivîsandiye. Îlhamî Ozer di sala 2015’an de jiyana xwe ji dest dide.
BERHEM:
Agirbanû, Helbest, Weşanên Elma, 2003
Axbanû, Helbest, Weşanên Do, 2009
Arbanû,
Tavbanû,
Bir Şiir Mahkemesi, Helbest, Weşanên İlgi
Berfin, Helbest, Weşanên İlgi, 2003
Özgürlük Namusumuzdur, Weşanên Tevn, 2005
Ölüm Bizim Şairimizdi, Weşanên Do, 2009
Kemiksiz Sözler
PÊŞWAZÎKIRIN
Şev sayî bû
Bêyî min tukes nepayî bû
Heta paceya menzela min hate lêxistin
Dest û piyê min
Bi benê mêjiyê min girêdayî bû
Êdî bi tenê nebûm
Ew axivî
Ez jî mîna pirtûkeke pîroz
Rûpel bi rûpel vebûm
Em di hembêza hev de bûn
Lê belê tew germ nedibûn
Ber bi sibê
Ji bo agirê
Bîst û yekê adarê
Me li gel da rê
Lewre: Ew bûbû qendîl
Ez bûbûm mûm.
https://www.bernamegeh.org/2020/07/13/helbesten-ilhami-ozer/