Deniz Ozer ANGO “Denozer72” di sala 1994an de li Batmanê ji dayik bû.
Ji ber cihêbûna dê û bavê wî, meta wî mecbûr maye ew mezin bike. Ji ber dîsleksiya wî, di dibistanê de gelek zehmetî kişand. Ji gelek dibistanan hate qewirîn. Ji 13 saliya xwe heta 18 saliyê di gelek karên cuda de xebitî.
Di 18 saliya xwe de cara yekem tevlî şanoyê bû. Li Stenbolê, di Rol Sahneyê de perwerdeya şanoyê wergirt. Ji ber ku mecbûr ma vegere Batmanê, li wir di Tov Tiyatroyê de bi awayeke çalak perwerdeya xwe ya şanoyê domand. Li Tov Tiyatroyê di gelek lîstikan de cih girt. Şaşîtî, Dîk û Mirîşk, Çep û Rast, Ta û Derzî, Lîstikên Kuçeyî, Çîrok, Hayalet û di gelekên din de bi profesyonelî lîstikvaniyê kir.
Di vê pêvajoyê de dest bi kişandina vîdyoyên xwe yên pêşî kir û barî înternetê kir. Vîdyoyên wî ji aliyê mirovan ve gelek hatin ecibandin û şopandin. Piştî ku 5 salan wekî çalak di Tov Tiyatroyê de rol girt, ji bo perwerdeya Eric Morîs, çû Stenbolê û ji Meltem Cumbul perwerde wergirt. Di dema pêvajoya perwerdeyê de bi hevalên xwe re mala şano û hunerê ya bi navê Şa Performans vekir û xeyala xwe ya lîstika “Mîrzayê Biçûk” derxist ser dikê û lîst.
Di heman deman de bi performansa xwe ya “Ez û Deno”, bala gelek hunerhezan kişand. Saleke din derbasî Batmanê bû û di du rêzefîlman de cih girt. Di rêzefîlmên bi navên “Şekirok”(rêzefîlma înternetê) û “Mala Minê”(sitcom) de cih girt. Di 2019an de li Batmanê hunergeheke bi navê “Nîsk Performans” vekir.