Reşîdê Kurd helbestvanekî kurd e, lê belê ew bêhtir bi xebatên xwe yên rêzimanî li ser zimanê kurdî tê naskirin. Reşîdê Kurd di sala 1910’an de li gundê Rewşatê li navçeya Dêrika Mêrdînê tê dinê. Ew xwendina xwe li Dêrikê, Mêrdînê û salekê jî li Qonyayê temam dike. Piştî kutakirina xwendina mamostetiyê ya sala 1930’yî bi çend mehan tê girtin lê ew ji girtîgehê direve. Ew di sala 1940’î de derbasî Sûriyeyê dibe û piştî demekê li Amûdê bi cîh dibe.
Jiyana Reşîdê Kurd di nav siyaset, zor û zehmetî di nav girtîgehan û sirgunkirinê de derbas bû. Ew di sala 1949’an de bi nexeşiya kezebê dikeve û nexweşî her ku diçe xwe li wî dipêçe. Berê ku bimire dibêje: “Pir kar û barên min hene ku ez bikim, min ew hê nebirine serî. Na gerek ez niha nemirim. Gerek ez vegerim baxçeyên Dêrikê, ku min ji mêj ve bêriya wan kirine, paşê bila mirin were” Lê nekarî veger.
Wî di helbestên xwe de, derd û kulên bindestan bi hestiyarî aniye zimên. Ew zêdetir bi pirtûka helbestan ya bi navê “Ez” tê nasîn.
Reşîdê Kurd di 20’ê rêbendanê sala 1968’an de jiyana xwe ji dest dide.
BERHEM:
Ez, Helbest
BASÊN BÊRÛDÊ
Zivirîn çerx
Bas liviya
Dolab geriya
Gêr bû bas
Bas firiya…
Wek colek berx
Rêwî
Bi ser hev de bûne kerx…
Hin rûniştin, hin ji piya
Bi çeng ve daliqîn
Qor qor sik sikîn
Pev zeliqîn…
Nere bas!
Here bas!
Şofêr
Zirezop
Çav li serî bûne tas!
Bi giştî deh peya
Rûniştî…
Ên mayî
Tev ji piya
Bi çenga ve daliqîn
Qorqor sik sîkin
Pev zeliqîn…
Nere bas!
Here bas
Şofêr
Çav lê bûne tas …
Hop!
Berdestî mîna top
Here bas!
Gêr bû bas
Kilek li pêş
Du kil li paş….
Hejiyan bîst û neh laş…