Jiyana Îsmaîl Dîndar

Jiyana Îsmaîl Dîndar

Di sala 1965’an de li gundê Qertmînê yê Midyada Mêrdînê ji dayîk bû. Dibistana seretayî li gundê xwe xwend. Di navbera salên 1975 û 1981’ê de li Erxenê Dibistana Amadeyî ya Mamosteyan a Dîcleyê leylî xwend.

Di navbera salên 1981 û 1983’yan de li bajarê Çanakkaleyê Dibistana Bilind a Mamosteyîyê kuta kir. Di Reşemîya 1984’an de li gundê Saygılı-Bükê yê bajarê Mereşê dest bi mamosteyîya dibistana seretayî kir. Niha li Amedê mamosteyîyê dike. Bavê du kuran û keçekê ye. Ji sala 2001’ê ve bi nivîsîna bi Kurdî re têkildar e.

Nivîs û kurteçîrokên wî di rojnameyên Azadiya WelatGündemAçılımRadikal 2GünlükEvrenselê û kovarên WÇîrûskNûbiharEmekçilerÖzgür Kadının SesiÖykünün Dünyası û Tîrojê de hatin weşandin. Li Eğitim-Sen û Kurdî-Der’ê dersên Kurmancî da. Beşdarî gelek panel û konferansên der barê perwerdehî, ziman û wêjeyê de bû.

Berhemên wî:

Kurteçîrok:

Hemû Demsal Payîz in, Weşanên Belkî, 2007

Kewên Birçî, Weşanên Avesta, 2010

Palûte, kurteçîrokên bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Marî, Weşanên Avesta, 2012

Hêviyên Qeto Qeto, Weşanên Evrensel, 2016

Roman:

Siwarên Ewran, romana bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2014

Werger:

Pembûyê Reş, Muzaffer İzgü, romana bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Masiyê Reş ê Biçûk, Samed Behrengî, romana bo zarokan, Weşanên Evrensel, 2011

Dewlet, Vladimîr Îlyîç Lenîn, Weşanên Evrensel, 2012

 

Lê Binêre

Jiyana Osman Özçelik 

Di sala 1952an de, li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hat dinyayê. Dibistana Seretayî û …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !