Kazım Öz, yan jî Kazim Oz derhêner û fîlmçêkerê kurd e.
Oz di sala 1973an de li Dêrsimê hate dinê. Dîplomeya zanîngeha muhendîsiyê girt. Di sala 1998an de xwendegeha sînemeyê tewa kir û di nav koma teatra Jiyana Nû de wek lîstikvanû senograf çar salan cîh girt.
Ji sala 1996an vir de li Stembolê di Navenda Çanda Mezopotamya şaxê sînemayê de kar dike. Wî gellek berhemên mîna belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj derxistin holê û hindek ji van berheman di qada navnetewî te xelat jî girtine[çavkanî pêwîst e].
Fîlm
- Ax (1999)
- Fotograf (2000)
- Dûr (2006)
- Bahoz (2007)
- Zer (2017)