Jiyana Kerem Tahar Gerdenzerî

Kerem Tahar Gerdenzerî muzîsyenekî kurd ê ezdî ye ku di 6ê adara 1952an de li bajarê Tiblîsê (Gurcistan) hatiye dunayê. Bavê wî Taharê Hacî Gerdenzerî, dayîka wî Redîfa Nacîvbeg Reşî bû.

Basgîtarîst Kerem Gerdenzerî li mekteba mûzîkê hîn bûye. Ew yek ji dahênerên koma muzîka modern a bi navê Koma Wetan e.

Çêkirina koma Wetan

Ew di 1974an de çêdike koma kurdî ya muzîka modern. Sazbendê komê hev dahatin guhastin heta tîva 1976. Navê komê danîn Koma Wetan.

Sazbendê Koma Wetan

  • Derfan – Rafaêlê Şamilê Dasinî
  • Keyboard – Lêvon Grîgorî Şaxbazyan
  • Sologîtarîst, vokal – Omarê Sebriyê Recevî
  • Berpirsyarê komê, basgîtarîst, vokal – Keremê Taharê Gerdenzerî

Koma Wetan hertim derdket konkûrsa her wisa ji festîvala, kîjan derbas dibûn di Gurcistanê.

Tîva 1977 “Wetan” bû lauryatê konkûrsa “Stranên modêrn”.

Repertuara Koma Wetan

Repertuara Koma Wetan da xêncî arence strasnên kurdî yên gelerî cî girtibûn stranên K. Gerdenzerî.

Tîva 1990 li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkir alboma Koma Wetan, lê fonograma wê albomê hatibû nivîsandin sala 1979 bi fîrma “Mêlodîya” di bajarê Tibîlîsî.

Tîva 1991 Koma Wetan hev belabû. K. Gerdenzerî sala 1992 de derbasî Moskvayê bû.

Sala 1996 – 1998 K. Gerdenzerî dixebite ser albûma nû – Azadî, bi alîkariya Lêonîd Atabêkov, Nîkolay Şêstov û Alêksandir Vorobyov.

Sala 1999 – 2001 K. Gerdenzerî çêdike alboma nuh “Hewar”. Her wisa jî di wê salê derdkive alboma “Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor”.

Sitranên hilbijartî ji albûmên Kerem T. Gerdenzerî derket sala 2002.

Albûm

  • Baê paîzê (1979)
  • Azadî (1998)
  • Hewar (2001)
  • Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001)
  • Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî (2002)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !