Mehfoz Mayî

Jiyana Mehfoz Mayî

Helbestvan Mehfoz Mayî di sala 1957an de, li gundê Mayê, ser bi qeza Amêdiyê, ji diya xwe bûye. Li Mayê û Duhokê xwendiye û di sala 1983an de, ji ber terora faşîstên Bexdayê reviye û peymangeh bi dawî neaniye.

Her ji sala 1975an û pê de dest bi nivîsîna helbestan kiriye û di piraniya rojname û kovarên kurdî de bilav kirîne. Di çendîn mîhrecanên edebî de beşdar bûye. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd bû li Kurdistana Îraqê û niha jî endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdê ye. Her di sala 1984an de çûye nav rêzên şoreşa kurdî. Heta niha dîwanek bi navê “Ez û Şev û Bêdengî” (1987) çap kiriye. Di sala 1986-an de hatiye welatê Siwêdê.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !