Mela Ehmedê kurê Mela Mihemedê Zivingî yê Botî çendî ku xelkê Zivinga Botan e û di sala 1311/1893yan de li bajarê Sêrtê di dema ku bavê wî lê dersdarî dikir hatiye dinê jî lê bavê wî Mela Mihemed bi eslê xwe paloyî ye û ji çiyayên Paloyê hatiye devera Botan. Mela Ehmed li Sêrtê li cem bavê xwe dest bi xwendinê kiriye û demeke dirêj li bal maye.
Gava bavê wî hêvî û umîdeke baş ji bo zanînê tê de dîtiye, gelek ji wextê xwe dayê da ew bikeve nav refên zana û şarezayên dema xwe. Wî jî ew hêviya bavê xwe vala dernexistiye û jê zanîna dînî ya eqlî û neqlî digel bingeh û şaxên wê hemî wergirtiye û digel temenê xwe yê piçûk jî piştî mirina bavê xwe li cihê wî li gundê xwe yê Zivingê dersdarî kiriye. Demek pişt re ew çûye li Cizîra Botan li dersdariya xwe domandiye û ji wê derê jî çûye gundê Eyndîwerê û bûye melê mizgeftê lê dû re dest bi karûbarê bazirganiyê kiriye.
Dema ku Fransa Sûriye vegirtiye hingê ew jî ketiye nav refên welatparêzan û beşdarî tevgera neteweyî ya rizgariya Sûrî
bûye. Lê gava ew bi baweriya xwe ya qewî û agahdariya xwe ya xurt beşdarî têkoşîna rizgariyê bûye û desthilatdariya Fransa jî hêza wî ya civandin û komkirna xelkê li dora xwe dîtiye hingê ji bo tirsê gef lê xwarine û gelek caran ew sergom û cîhêl kiriye.
Piştî rizgariya Sûrîyeyê ew demekê çûye Xeznayê û li cem Şêx Ehmedê Xeznayê maye, lê dû re vegeriya bajarê Qamişloyê û li wê derê ketiye nav xebatên ji bo bipêşxistina welat li herêma xwe û ji bo avakirina weqfên dînî û mizgeftên çêtir li bajarê Qamişlo û der û dorên wê xebitiye ku berhemê wê xebata wî jî bûye serokatiya weqfên herêmê û miftîtiya bajarê Qamişlo.
Ji ber zanîna xwe ya bi zimanên rojhilatî yên mîna tirkî, erebî, farisî û zimanê xwe yê dayikê kurdî ew bi erebîkirina gelek kitêbên ziman û ferheng û fiqhê ve rabûye û bi vî awayî jî bi edeb û kultur û zanista gelên îslamê hisiya.
Jixwe xweziya wî ew bû ku berhemeke nivîskî li pey xwe bihêle û ji ber vê yekê jî digel xebata xwe ya herdemî, ew her li ser
komkirina Dîwana ku dê wergeranda û rave bikira didomand.
Seydayê Zivingî ji ber bihurandina şevên xwe li ser lêgerîn û amadekirina hinek karên din yên mîna “Mem û Zînê”
ji rohniya çavê xwe bûye û bêgavê xanenişîniyê bûye ku dû re mala xwe biriye Helebê û li wê derê di duşema
18.10.1391/06.12.1971ê de wefat kiriye û li ser wesiyeta xwe li gundê Tilmarûfê hatiye veşartin.