Michael L. Chyet di sala1957an de tê dinê, zimanzanekî cihû û amerîkî yê zimanê kurdî ye. Wî bêtirî 30 zimanan xwendine. Berî demekê, ferhenga wî ya ‘Kurmancî-Ingilîzî’ ji aliyê Weşanxaneya Yale University Press ve li Amerîkayê derket. Ferheng ji 847 rûpelan pêk tê. Gotinên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin û bi şêweyekî berfireh wateya wan a bi zimanê ingilîzî hatiye nivîsandin. Michael Chyet berpirsiyarê beşê kurdî yê Radyoya Dengê Amerîka bû. Herweha ew profesorê zimanê kurdî li Zanîngeha Parîsê û Instîtûya Washingtonê ya Kurdî bû. Ew niha li Pirtûkxaneya Kongireya Amerîkî li Washingtonê kar dike.
