Jiyana Miraz Ronî

Di sala 1966’an de li Bedlîsê hatiye dinê. Perwerdehiya xwe ya seretayî û navîn li Norşînê diqedîne. Piştî xelaskirina Fakûlteya Îqdîsatê ya Zanîngeha Anadoluyê demekê karê Hesabdariyê dike. Di sala 1992’yan de tevlî xebatên HEP, DEHAP û MKM’ê dibe. Di sala 1998’an de xebatên Enstituya Kurdî ya Stenbolê de cih digre.

Di sala 2000’an de ji bo perwerdeya mamostetiya Kurdî diçe Uppsalaya Swêdê. Dîsa di sala 2018’an de li Zanîngeha Wanê lîsansa xwe ya bilind di beşa Kurdî de diqedîne. Niha bi xebatên xwe yên wêjeyî ve mijûl e.

BERHEM:

Di Siya Dara Xaçê de Serhildan, Helbest, Weşanên Pêri, 1999, Stenbol

Tesewira Xaniyê Fîlozof; H. Mem, Wergêr: Miraz Ronî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2004

Keça Ardil, Cafer Şahîn, Wergêr: Miraz Ronî, Weşanên M, Stenbol, 2004

Pratik Kürtçe Konuşma Klavuzu, Mulazim Özcan, Gün Yayınları, Stenbol, 2002

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !