Mihsin Qoçan

Jiyana Mihsin Qoçan

Mihsin Qoçan (1954) helbestvan û rojnamevanekî Kurd e.

Jînenîgar

Mihsin li sala 1954ê li gundê Bamernê, nêzîkî bajêrê Amêdiyê, ji dayîk bûye. Li Duhokê û Mûsilê xwendiye û li sala 1976ê xwîndina zanîngehê qedandiye. Her ji sala 1970ê û pê da, dest bi nivîsîna helbestan kiriye.

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Dihok li Kurdistana Îraqê ye. Di piraniya kovar û rojnameyên kurdî da, helbest û berhemên xwe belav kirine. Di piraniya mîhrecanên edebî da beşdarî kiriye.

Li salên 1980an da, bi hevkariya çend hevalên xwe, mîna Fadilê Emer, Kovara Dengê Me li Dihokê bi devoka Kurmancî û bi tîpên Erebî çap dikir.

Heta niha, dîwanek bi navê “Befra li vêre” li Kurdistana Îraqê, bi tîpên erebî çap kiriye. Dîwaneke din jî, bi navê “Wêne ji filmekê pirçiyayî” ji bo çapê amade kiriye. Niha jî li Kurdistana Îraqê ye û wekî sernivîskarê Kovara Metîn kar dikit.

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !