Mîna navê helbestvanekî (şair) kurd e.
Jiyana wî
Em nizanin ev şairê han kî ye nave wî çiye û xelkê ku ye…Heta niha ti dîrokvanî, nave wî jî wek yê Macin û Sadiq nenivîsiye, belkî helbesten wî jî nedîtiye. Van helbestên han jî min ji wê keşkula bi destnivîs wergirtiye. Wisa tê xwiyakirin ku ev şairê han Kurd e, Mîna leqeba wî ye û ve leqebê di dawiya helbestên xwe de nivîsiye. Dibe ku hevçaxê Melayê Bateyî bûye, lê ne dûr e ku hevçaxê Ehmedê Xanî, yan Melayê Cizîrî û yê Feqiyê Teyran jî be. Çimkî di navbera nivîsandina wê destnivîsê (1181’e h.) û mirina Ehmedê Xanî de 61 sal hene.
Xanî di sala 1119’ê h. de koça dawî kiriye. Her wiha ne dûr e ku Macin, Sadiq û Mensur jî hevçaxên Mîna, Bateyî û Xanî bin yan jî berî wan bin. Her çend Xanî navê wan di Mem û Zînê de neaniye, lê neanîna navê wan di Mem û Zînê de wek yê Bateyî, wisa dide xwiyakirin ku evên han ne berî Xanî bûne, yan jî hevçaxê wî bûne lê wexta Mem û Zîn nivîsandiye, ew ne bi nav û deng bûne. Di dawiyê de em digihîjin wê qenaetê ku di sedê 10 û 11 ‘ê hicrî de, hûnandina helbestan bi zimanê Kurdî belav bûye. Di Kurdistanê de bi lehca Kurmancî gelek şairen Kurdan helbest nivîsandine, her çi qas gelek helbesten wan wenda bûne jî. Wekî Mîna, Macin, Mensur û Sadiq; helbestên van her çar şairan baştirîn belge ne ku evên han gelek şairên bilind bûne.
Helbesteke Mîna
- Metle’ê wechêt hebîba min şefeq jê hate der
- Rewneqî da Kohe Qaf alem munewwer bû ji ber
- Her kesê wê sa’etê vêran bi dil bikra nezer
- Damujêtin têk wucûda wî ji pa ta firqê ser
- Lew me dayî îltîfat paşî me jî kirbû hezer
- Lew me jî kirbû hezer tirsam bisojit ew bi hal
- Ew tecellaya cemala sureta pir xet û xal
- Yan ji ber narê fîraqa dilberê be’del wîsal
- Lew newêram ez bibînim dilbera şox û şepal
- Man ji bo min hesret û nalîn û efxan û keser
- Sed keser min jê di dil nalîn ji ber tên bêhisab
- Lew ji ber narê evinê cerg û mêlak bûn kebab
- Qet nema bêtin ji sîna xebxebê yek qetre ab
- Yan ji hewza gerdena zer bêne seyla bê hubab
- Bêne ser narê dilê min da nesojitin ceger
- Min ceger da sotinê çibkim ku min nayêt ji dest
- Lew ku serxoş im ji cama şerbetê roja “eleşt”
- Hate seyra qametê ilan ji xemrê bûn di mest
- Çûme seyrê ebleqan wan ejderan qelbê me gest
- Dil reva bir dilberê dîsa ji min wextê seher
- Lew seher dil bir ji min bêhed ve min rabû evîn
- Zahirê xeşm û xezeb bû batinê hubb û kenîn
- Kes nebû alim bi sirra me li ser rûye zemîn
- Lew ku min “Qal û Bela” muhbet viwera bû nihîn
- Her ji tesnîfê cemalê sed kitab in min jiber
- Min jiber ilmê cemal e lew dibêjim nukteyan
- Min wucûd têk ilmêhal e pir ji qewl û sî’xeyan
- Sifheya lê “Sad” û “Dal”e merkezêt wan noqteyan
- Min dikir bêhed mutale fesi û babêt xemzeyan
- Lew mudam her dil bi nal e muhbetê dil kir bi ker
- Muhbetê dil mubtela kir mamê bê dil ez xerîb
- Agirê eşqê bîna kir pêtiyan da dil ecîb
- Eql û me’rîfet reha kir lem’eya husna hebîb
- Dîlberê cewr û cefa kir lew bi min xoş in reqîb
- Heq bi hubbê dil cela kir lew me dil mesrur e her
- Lew me dil mesrûrî hal e daîmen jê têt xûroş
- Nazika gerden şemal e hate metle’ê perdepoş
- Wê li ser destê piyale gote min wer mey binoş
- Ew meya mexmûr e al e min vexwar ex çûm ji hûş
- Lew dilê te sed melal e geh cehîm e geh seqer
- Ew dilê şubhet cehîme daîmen coşen kelîn
- Xemzeyêt yara qedîme sed xedenk lêdan nihîn
- Lew mudam ez pir girî me min qewî têşin birin
- Eqrebêt ser helqê “Mîm”e deq li xalêt filfilîn
- Xemriyên ‘enber şemîm e gerdena zer rehguzer
- Gerdena zer rehguzar e rebuwara xemrîyan
- Şetrî yû belg û guhar e hem refîqêt rîşîyan
- Têk û vêk dan hatine xare silsilên lêk aliyan
- Sunbulan girtin kenare sef vebestin ef’iyan
- Ser milan her lê bihar e kesk û şîn û sor û zer
- Kesk û şin û sor û zer tên rîşî yû belg û guhar
- Cebhetên sunbul veser tên şubhê cûkanan di xwar
- Ew tigel xalan veşer tên ef’iyan girtin kenar
- Ce’deyen eswed di ber tên têk ji bala têne xar
- Daîmen weqtê seher tên yan kî yan tir jâ bi per
- Yan kî yan tîr jê dibarin têne qelban rast û çep
- Cumle serpeykan ji nar in pir bi êşan in ‘eceb
- Wan kemankêş aşikar in Turk û Gurcîn û Ereb
- Aşiqan kohvan diyar in lew dinalin bê edeb
- Ew elem nayên veşarîn ger ji ‘eynan bêt eser
- Pir eser kir wan ‘iyûnan lew zeîf û zer kirim
- Ma bi şemşîrê fîraqê kuştim û ker ker kirim
- Ez ti çara hicr û hermana evinê werkirim
- Bê dil û sem’ û beser hêlam û çû ebter kirim
- Mam di tora dûriyê werbûm neşêm jê biçme der
- Ez neşêm xelq û reha bim lew qewî heyran im ez
- Bendê şeb rengin dihum kuştiyê ‘eynan im ez
- Ma di medhêt wan sifatan bilbilê xoşxan im ez
- Serxoş û mest û xirab û be ser û saman im ez
- Dîlbera ebrû-keman dil daye ber tîra Qecer
- Min nema dil ya Îlahî her Tu min rizgar bikî
- Min ji bada eşq û şewqê serxoş û hûşyar bikî
- Min fedayî xakî paya Ehmedê muxtar bikî
- Hem di nîva asîtana Mistefa m’şarda bikî
- Da ku Mîna şubhê qemtîrê bibête xakî der
Çavkanî
- Şaîrên Klasîk ên Kurd ( Abdulreqîb Yûsuf )–Ji Weşanên Jîna Nû