Occo Mahabad helbestvan, bernamenûs, wergêr û nivîskarekî Kurd e. Occo Mahabad di sala 1977′an de li Wanê hatiye dinê. Piştî qedandina zanîngeha Stenbolê dest bi nivîsandinê dike.
Her weha di kovarên wekî Çîrûsk, Asiva, Pengav de nivîs û helbestên wî hatine weşandin, dîsa pir malperan de nivîskariyê kiriye û nivîsên wî hatine weşandin û belavkirin.
Ji xêynî helbestan ji bo fîlmên biyanî binnivîs amede kirine. Pir fîlmên biyanî ji aliyê Occo Mahabad ve hatine Kurdîkirin.
Çend fîlmên ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:
–Malena
–Rabbit Prof-Fence
–The Road to Guantanamo
Her wiha Occo Mahabad bi xebatên xwe yên teknîkî ve jî tê nasîn. Heta niha gellek bernameyên kompîturê ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin. Ji bo standertkirina zimanê teknîkî bi salan e xebatan çêdike. Ji bo fêmkirina jiyana teknîkî e-pirtûkek jî amade kiriye. Pirtûk bi navê Nivîsên Teknîkî li ser malperan tê belavkirin.
Çend bernameyên kompîturê ku ji aliyê wî ve hatine Kurdîkirin:
–WinRAR
–Ccleaner
–Revo Uninstaller
Ji bo ku termên kompîtûrê were nasîn xebata Ferhenga Termên Kompîtûrê ji aliyê wî ve hatiye nivîsandin. Ev ferheng wek dosyayeke pdf li ser malperan bi belaş tê belavkirin.
Bi armanca ji bo gel hunereke bêpere, albûmên helbestan çêkirine. Hemû mafên albûman aîdî gel e, albûm li ser înternetê bêpere tên daxistin û guhdarîkirin.
Albûmên wî:
–Helbestên Dînik
–Dem
–Helbestên Bijare
Occo Mahabad bi helbest, werger, nivîs û gotarên xwe yên cur bi cur jiyana me ya Kurdewarî bi xebatên xwe yên domdar ronî dike.
BERHEM:
Helbestên Dînik, Helbest, Weşanên Ava, 2012
Êşên Qehbik, Helbest, Weşanên Do, 2013
Rondikên Binevşê, Helbest, Weşanên Do, 2016
Dem, Helbest, Weşanên Na, 2017
Bi Dizîka Were, Helbest, Weşanên Na, 2018
Antolojiya Helbestvanên Nûjen yên Kurmancên Bakur, Antolojî, Weşanên Na, 2019
Gotinên Pêşiyan û Nifirên Kurdan, Weşanên JJ, 2020
Ez dimirim tu dimirî
zimanê min
di kolanên taxên te de
bi sloganan diqîre, dikene
îşev jan dide tenêtî
harbûn hemû melodiyan dikuje
kuştin bixwe jî tê kuştin
destên min
di bihuşta te de
stranên koçkirî distrên
dema dînbûnê hatiye
îşev êş xeyidiye
bextewarî bûye çivîkek
di asîmanên te de difire
dengê bilûrekê berdûşt
tov bi tov
gunehan belav dike
navê şermê hatiye jibîrkirin
şerm xeyidiye
di stêrkên porên te de
bêhna bedena xwe dibînim
ez wekî penaberekî
dixwazim di axên te de
hêlînek ava bikim
tu di nava ax û feryadan de
xwe davêjî li ber peravên min
perav dibe şil
perav diweste
baranek dibare
dilop bi dilop
bi ax û nalînan
naxwazim xwe rizgar bikim
ji kolanên te yên şewitî
ji taxên te yên germik
niha nameyeke sêwî û windabûyî
di paşila te de
li ramûsanên xwe digere
paşil bûye şil
şil bûye derman
îşev pîroziya şewatê
kul û xeman dikuje
bayê evîna te
şewata dilê min mezin dike
nivîn dişewite
bihûşta te dişewite
ez dimirim… tu dimirî.
https://www.bernamegeh.org/2020/08/24/helbesten-occo-mahabad/