Jiyana Bêrî Bihar

Li gundekî Êlihê hatiye dinê. Di sala 1995’an de li Enqerê Zanîngeha Gazi beşa mamostetiyê temam dike. Pênc salan weke mamoste li Riha û Diyarbekirê kar dike. Pişt re dev ji mamostetiyê berdide û bi karê nivîsandinê re mijûl dibe. Li gel nivîsandina helbestan çîrokên zarokan jî dinivîse. Bêrî Bihar bi karê pedagojiyê ve mijûl e.

Berhem:

Qeşem, Helbest, Weşanên Sî, Stenbol, 2002

Buwariya Hestên Lerizî, Helbest, Weşanên Avagon, Stenbol, 2005

Kes Tunebû, Helbest, Weşanên Avesta, 2011

Sara, Zarok, Weşanên Avagon, 2008

Bêrî Bihar û Antolojiyên Helbestên Kurdî, Lêkolîn

 

JÎN

Diherikin kanî û rûbar,

Dimeşin li nava zinar,

Bi wan re bûye derya,

Evîna dilê min,

Gilî û gazinên min,

Kul û keserên min,

Şîn û şahiyên min,

Ketin milê Mem û Zîn,

Ferhad û Şîrîn.

Giranbiha ye ev JÎN….

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !