Ez di sala 1958an de, li Bedulyê hatime dinyê. Bedulî gundekî navçeya Çinarê ya Dîyarbekir e. Kalê min ji navçeya Karazê bar kirîye û hatîye li gundên Çinarê yên wek Bedulî, Hemranî û Quwecixê maye. Ji ber ku ji Karazê hatîye, kalê min her tim wek Hesê Karazî hatîye naskirin. Li gorî mezinên me dibêjin, pêşîyên me ji Eşîra Hesenî ne, ji Serhedê hatine û gundê Karazê ava kirine. Li gund niha jî wek “Mala Evdî” tên naskirin.
Navê bavê min Cemîlê Hesê, navê dîya min Helîma Şêxê Eyşo ye. Malbata dîya min ji Çîyayê Mazî, gundê Têznê ye. Bavê min jî li Bedulyê hatîye dinyê û li wir mezin bûye. Li gundên axayan maye, tu carî nebûye xwedî erd. Lê her tim pez xwedî kirîyee û halê wî xweş bûye. Bavê min di sala 1965an de bar dike û tê li ber Dîyarbekir, li gundê Elîparê bi cî dibe.
Min ew sal dest bi dibistana pêşîn kir. Min dibistana navîn li Diyarbakır Ortaokulu xwend. Paşê ji bo dibistana mamostetîyê çûm bajarê Kırşehirê û çar sal li wê derê mam. Piştî qedandina dibistanê, min çar sal li Pîrana Dîyarbekir, du sal jî li navenda Dîyarbekir mamostetî kir. Piştî ku wek surgun çûm navçeya Pasûrê ya Dîyarbekir, li wê derê ji ber fikren xwe yên sîyasî hatim girtin û di navbera 1982 û 1985an de di zindana Dîyarbekir de girtî mam. Piştî zîndanê karên qamûyê ji bo min hatin qedexekirin, ji ber wê ez her tim di karên taybet de xebitîm. Niha teqawît bûme û karekî din nakim.
Di sala 1977an de, bi dotmama xwe Fetîhe Dildar re zewicîm. Niha du kur, du keç çar zarokên min hene. Zarokên min ev in: Azad Dildar (nivîskar), Gulîzer (helbestvan), Dîlan Dildar (helbestvan) û Mûrad Dildar (nivîskar)
Ji sala 1980yî û vir ve bi Kurdî dinivîsim. Helbestên min ên pêşîn wê çaxê di kovara Dengê Kurdistan de hatin belavkirin. Piştî salên nodî di malper û kovaran de gotarên min hatine weşandin. Demeke dirêj jî min di rojnameya Fıratta Yaşamê de bi navê Dilopên Jîyanê gotar nivîsîn.
Helbestên min di sala 2003yan de wek kitêb bi navê Kewê Canê hatin çapkirin. Di vê navberê de min dest bi wergerê kir û romana Seyit Alp ya bi navê Devran bi navê Dewran wergerand Kurdî û ji alîyê weşanxaneya Dozê ve, di sala 2005an de, hat çapkirin. Di heman salê de, di pêşbazîya çîrokên zarokan a şaredarîya Sûrê de, çîroka min bû yekemin û min xeleta yekemînîyê wergirt. Di sala 2007an de, Kovara Nûbiharê ji bo sedemîn hejmara xwe pêşbazîya çîrokan li dar xist, di wê pêşbazîyê de jî çîroka min a bi navê Veger xelata yekemînîyê wergirt.
Min dest bi nivîsa çîrokan kiribû û çîrokên min ên pêşîn bi navê Şikefta Xwekuştinê ji alîyê weşanxaneya Avesta ve, di sala 2008an de, hatin çapkirin. Duyemîn berhema min a çîrokan Li Dû Xezalekê bû, ew jî di sala 2012yan de ji alîyê Weşanxaneya Ava ve hat çapkirin. Kitana Spî di çîrokan de, berhema min a sêyemîn e, ew jî ji alîyê weşanxaneya Nûbiharê ve di sala 2015yan de hat çapkirin.
Piştî ku min bi Weşanxaneya Darayê re li hev kir, berhemên min li dû hev çap bûn. Dojeh (çîrok) di sala 2019yan de, Şikefta Xwekuştinê jî wek çapa duyem di sala 2020an de hatin çapkirin.
Duyemîn wergera min, romana Sabahattin Ali ye. Min ew roman di sala 2019yan de wergerand û Weşanxaneya Darayê ew bi navê Madonaya Bi Mantoyê Kurk çap kir.
Leqat, romana min a pêşîn e. çapa yekem di sala 2018yan de, çapa duyem di sala 2020an de pêk hat. Berhema min a herî dawîn çap bûye, romana Şikestî ye. Şikestî di sala 2021ê de çap bû.
Li ser berhemên nû xebatên min berdewam in.
BERNAMEGEH / bernamegeh@gmail.com