Raûf Bêgard (1942- Kerkûk) çîroknivîsekî kurd e.
Raûf Bêgard di sala 1942an de li bajarê Kerkûkê hatiye dinyayê. Wî bi salên biçûk dest bi nivîsandinê kiriye û di dawiya salên pêncî de çîrokên wî di kovaran de hatin weşandin. Bi navê Buwar û Hawar du pirtûkên wî yên kurteçîrokan hene. Rauf Bêgard gelek çîrokên Çexov jî wergerandine kurdî.