Jiyana Salih Turan

Jiyana Salih Turan

Salih Turan di 25’ê Sibata 1977’an de li bajarê Batmanê hatiye dinê. Piştî perwerdehiya navîn û seretayî di sala 1997’an de, li Stenbolê Zanîngeha Marmarayê Beşa Rojnamevaniya Giştî qedandiye.

Gava xwe ya pêşî di rojnamevaniya Kurdî de li heftenameya Azadiya Welat avêtiye û ji sala 1999’an  heta 2001ê wekî peyamnêr û edîtor li wir kar kiriye. Di heman demê de bi helbestê re mijûl bûye û dosyayeke helbestan amade kiriye.

Salih Turan di karê xwe yê rojnamevaniya Kurdî de berdewam e û ji bilî Azadiya Welat di dezgehên medyayî yên wekî Dengê Amerîka, Kurdistan24, Spûtnîk Kurdistan û hwd. de kar kiriye. Di nav çend projeyên wergerên Kurdî yên pirtûk û weşanên din de, wekî wergêr piştgirî daye. Nivîskar, malpera nûçeyên Kurdî ya bi navê nucexane.com’ê ji sala 2011’an pê ve bi rêve dike.

BERHEM:

Dayik Bê Roj in,Helbest, Weşanên Noş, 2014

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !