Berhem Salih (bi soranî: بەرھەم ئەحمەد ساڵح, Berhem Ehmed Salliḧ), sala 1960-ê li Silêmaniyê ji dayîk bûye. Sala 1976-ê bû endamê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK). Sala 1976-ê ji ber xebatên xwe yên di nav tevgera rizgariya gelê kurd de ji bal rejima Baasê ve du caran hat girtin. 43 rojan li Kerkukê di bin lêpirsînê û îşkencê de ma. Dibistana amadeyî (lîse) bi dereceya yekê xelaskir. Ew bi dereceya dîploma xwe li seranserê Kurdistana Iraqê bû yekem û li seranserê Iraqê bû sêyem.
Ji bo ku tûşî lêgerîn û lêpirsîna rejimê hat Iraq bicî hişt û çû Brîtanyayê. Li wir bû endamê rêxistina Ewropayê a YNK-ê û wek berpirsekî pêwendiyên derve li Londonê kar kir. Li gel xebata xwe wî perwerdeya xwe ya li zanîngehê jî kir, sala 1983-yê Zanîngeha Cardiffê temam kir û bû mihendîzê avakirinê. Sala 1987-ê li Unîversîteya Liverpoolê li Brîtanyayê li ser ”Di Muhendîzyê de Programên Statîstîkê û Komputerê” doktora girt. Ji bo şirketeka ewropî wek rabêjê muhendîziyê kar kir.
Piştî raperîna 1992-yê di Kongreya pêşî a YNK-ê de ji bo merkeza rêxistinê hat hilbijartin û wek nunerê rêxistinê ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat tayinkirin. Bû serokê Ofisa YNK-ê a Amerîkayê. Piştî yekemîn hilbijartinên Kurdistanê ên sala 1992-yê bu yekemîn nunerê Hukumeta Herêma Kurdistanê ê li Washingtonê. Heta 2001-ê karên xwe li wê derê meşandin.
Di 2001-ê de bû serokwezîrê Hukumeta Kurdistanê ê herêma Silêmaniyê û heta 2004 li wir wek serokwezîr kar kir. Piştî hilweşiyana rejima Sadam di hukumeta Iraqê a muweqet de sala 2004-ê wek cîgirê serokwezîrê Iraqê, di sala 2005-ê de wek wezîrê plandanînê li Bexdayê kar kir. Piştî hilbijartina 2005-ê di hukumeta Nurî Malikî de li ser navê lîsteya Kurdistanî wek cîgirê serokwezîrê Iraqê dest bi kar kir. Heta hezîrana 2009-ê ew kar meşand.
Di hilbijartinên 2009ê ên Herêma Kurdistanê de ji Lîsteya mişterek a PDK-YNK-ê bû parlamenter û 28.10.2009 wek serokwezîrê herêma Kurdistanê hat hilbiajrtin. Ev serokwezîriya wî li gor peymana navbera PDK-ê û YNK-ê ye.
- Ew damezrênerê Unîversiteya Amerîkayê a li Silêmaniyê ye û nuha jî serokê birêvebiriya îdareya wê ye.
- Ew bi Dr. Serbax Salih re zewicandî ye û kurek û keçeka wan heye. Serbax wek aktîvisteka mafên jinan tê nasîn.
- Berham Salih hem li hundur hem jî li dervayê welat wek yek ji serokên Kurdistanê ên modern ên xwedan vizyon û zîrek tê naskirin. Ew wek dîplomatekî jêhatî tê qebûlkirin. Li Bexdayê bi awayekî zîrekane temsîla daxwaz û berjeweniyên Kurdistanê kir ku bi vê xebata xwe jî gelek ji bal Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hat ecibandin.
- Ew di nav Yekîtiyê de jî wek rêvebirekî ku dixwaze temamê rêxistinê himbêz bike tê nasîn. Di mixalefeta Newşîrwan Mistefa de zêdetir wek kesekî ku yekîtya rêxistinê diparêze hat xuyakirin