Şehram Nazirî (bi navê wî yê farisî Shahram Nazeri jî tê naskirin) hunermendekî kurd ê Kurdistana Îranê ye, di sala 1949’an de li parêzgeha Kirmanşahê hatiye dinê. Hostayê setarê ye lê tembûrê jî lêdixe. Ji bilî lêxistina muzîka klasîk a fars û kurdî Şehram mesnewiya mewlanayî zehf baş dizane û hin helbestên Mewlana Celaledîn Rûmî ji beste kirine.
- Di 25’ê sibata 2006’an de li bajarê San Diegoyê (DYA) wekî Majorê San Diegoyê tê pejirandin. Ew roj Roja Şehram Nazirî tê diyarkirin.
- Wezareta Çandê ya Fransayê xelata fransî ya herî mezin Legion d’Honneur ya şovalyetiyê dan wî. Ew xelat ji bo berhemên wî di warê muzîkê de ye. Xelat di 29’ê îlonê de li Parisê bi merasîmekê hate dan.
- Yekitiya Asya û Neteweyên Yekbûyî wî wekî “gencîneya çanda jinde” dipejirîne.
- House of Music Celebration bi xelatekê diyar dike Şehram.
- Rojnameya The New York Times wî wekî “Bilbilê Îranê” pêşkêş dike.
- Christian Science Monitor wî wekî “Pavarottiyê Îranê” pêşkêş dike.