Jiyana Şîrkûh - (Şêrko)

Jiyana Şîrkûh – (Şêrko)

Esededîn Şêrkoyê kurê Şadî (bi farisî: Şîrkûh: , navê wî bi erebî: Asad ad-Dīn Shīrkūh bin Shādhī) generalekî misilmanî ku bi eslê xwe Kurd bû. Ew apê Selahedînê Eyûbî bû. Ew di sala 1169’an de mir.

Jiyan

Ew li gundê Ecdankê (Ecdankanê) nêzî bajarê Dwînê li Ermenistanê hatî bû dinê. Ew lawê Şadî, birayê Necmedîn Eyûb, yek ji bavikên xanedana Eyûbiyan bû. Ew ji malbata Şedadiyan bû. Ji pê şedadiyan di 1130’î de hilwaşiya re, Şadî çû Bexdayê, ji pê re jî Tikrîtê. Şêrko ji pê bavê xwe mir re pêşangiya xanedanê û kargeriya Tikrît dewam kir. Dema ku Şêrko xiristiyanek li Tikrîtê di 1138’an de kuşt, Şêrko û birayên xwe hatin sirgûn kirin. Ew ketine artêşa Zengî û pê Nûredîn Zengî mir re ew li Mûsilê bû paşwera wî.

Sefera Misrê ya yekem

Di 1163’an de Siltan Nûredîn ew şandine ser Misira fatimî. Di wê seferê de Selahedîn jî bi Şêrko re çû Misirê. Li wir wî lihevnehatineke navbera Şawer û Zirxem (Dhirgham) de wî hêla Şawer girt û Zirxem hat kuştin. Lê ji pê Şawer anî wezîriyê re navbera wan de gengaşî der ket û Şawer hembera Şêrko bi Amalrîkê yekem ê Orşelîmê (Amalric I) re hevalbendî kir. Amalrîk Şêrko di 1164an de li Bilbeysê bin xist. Berambera wê Nûredîn êrîşî dewletên Xaçiyan kir û heman heman Antakya dagir kir.

Sefera Misrê ya duyem

Şêrko di 1167’an de şûn da derkete sefereke ser Misirê. Şawer dîsa bi Amalrîk re hevalbendî kir. Amalrîk Şêrko li Îskenderiyê bin xist. Lê wê demê de Amalrîk bi Împaratoriya Bîzans re hevlabendî ji bo dagir kirina Misirê bi tunî kir. Vê carê jî Şawer alîkarî jî Şêrko xwest. Lê ew vegerîye Şamê.

Sefera Misrê ya sêyêm

Di rêbendanê 1169’an de Şêrko kete Qehîreyê û Şawer dar xist. Şêrko xwe li wir wek wezîrî fatimiyan da zanîn. Lê du mehan din mir.

Kênge ew mir Selahedînê Eyûbî, yê ku di seferên Misir de bi Şêrko re bû, di wezìriyê de bû paşwerê wî. Ji pê Misir û Sûrî yek hev kir re wî paşweriya Nûredîn re jî kir û xaçperest ji Xakên pîroz derxistin.

Dibêjin ku, Şîrkûh tê maneya şêrê çiyayî, anku Şêrko.

Çavkanî

  • Mihemed Emîn Zekî. Dîroka Kurd û Kurdistanê (2002). Avesta, Stenbol.
  • Zana Farqînî, Ferhenga kurdî-tirkî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.
  • Gibb, H.A.R. & J.H. Kramers (1995). Shorter Encyclopaedia of Islam. E.J. Brill, Leiden. ISBN 9004 00681 8 (ji bo sererastkirinên bikarhêner MikaelF)

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !