Di 2 Gulana 1940 da li Silêmaniyê hatiye dinê. Lawê Helbestvanê navdar Faîq Bêkes e. Li Bexdayê zanîngeh qedandiye û kitêba xwe ya yekem jî dîsa li vî bajarî di sala 1968 de çap kiriye.
Bajar
qudis ji min re wisa got:
‘îro tenê di navbera du saetan de
di nav sînga bajarê min de
pênce çem xeniqandin’
hîva şeva ezmanê santîago ji min re wisa got:
‘îro tenê di nav saetek de
di nav serê bajarê min de
sed stêrkên min serjê kirin.’
hespekî reş î bijsor ê afrîkaî ji min re wisa got:
‘îro tenê di nav nîv saetê de
li ser kevirê reş î pişta min
mêjiyê gelek mirovên min perçiqandin.’
min jî got;
‘birano !
tenê cudahiya navbera me ev e
bajarê min wisa kuştin ku, deqîqe jî pê nehesiya.
Çar Zarok
Li îranê
çar zarokên
Fars
Tirk
Ereb û
Kurd
Wêneyê mêrikekî çêkirin
Yekem, serê wî
Duwem, laşê wî
Seyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!
Mîrat
Dema ku kew dimire
Li dû xwe ji bo çiyê
çend qebeqeban dihêle.
Dema ku mêşahingiv dimire
Li dû xwe ji bo bax
çend maçên şîrîn dihêle.
Dema ku Tawis dimire
Li dû xwe ji bo guldankê
Hinek têlên rengîn dihêle.
Dema ku ez jî mirim
Li dû xwe ji bo we û Kurdistan
Hinek helbestên cîwan dihêlim.
Payîz
îro payîzê bar kir û
çû ji vir
ku ez ketim warê wê yê vala
Axînek jê mabû
Min axîn anî mal
Axîn wek kubêjî
Payîz taybetî
ji bo min dirûtibe
Tam li gor şîîrek min be.
Bersiv
Piştî xeniqîna “HELEBÇE”yê
Min giliyeke dirêj ji Xwedê re nivîsand
Beriya xelkê
Min ji darekê re xwend
Dar giriya!
Li vê hêla min, çivîkeke postecî
Got baş e kî dê ji te re bibe?!
Eger bi niyaz î ez wê bibim
Ez nagihim `Erşa Xwedê!
Şev dereng bû
Firîşteya reşpoşiya helbesta min
Got tu qet xeman mexwe
Ez ê ji te re bibim jor
Ta Kadizê
Lê sozê nadim te ku
Ew bi xwe nameyê ji min wergire
Tu bi xwe dizanî Xwedêyê mezin
Kî wî dibîne?!
Min got: Spas.. tu hilfire !
Firîşteya sirûştê hilfiriya û
Gilî bi xwe re bir..
Roja din ku hat
Sekreterê pileya çarê yê nivîsgeha Xwedê
Ewî ku navê wî
“`Ubeyd” e
Li ser heman giliyê
Li dawiyê û
Bi Erebî ji min re nivîsîbû:
Gêjo.. wê bi Erebî binivîse
Kes li vir bi Kurdî nizane û
Em wê nabin ji Xwedê re!
Evînî
min guhê xwe da dilê axê
ji min re qala evîna xwe û baranê kir
min guhê xwe da dilê avê
ji min re qala evîna xwe û kaniyê kir
min guhê xwe da dilê darê
ji min re qala evîna xwe û pelan kir
dû re min guhê xwe da dilê evînê
ji min re qala azadiyê kir.
Şehîd
şehîd: nemir e wek çiya
weke berf û weke dar
wek gulebax û wek bihar
şehîd av e
tîna zeviyê dişkêne
tilî û dest e
êşa axê dihejîne…
Şîret
gelek tişt hene
zengar digrin û
paşê jî dimrin
weke tac û
kopal û
textê bin lingê padîşahan
gelek tiştên din jî
di dinyayê de hene
narizin
jibîr nabin û
tu caran namirin
weke şewqe û gopal û
sola
charlie chaplin.
Helbest
di bin baranê de
helbest dibe çetr
di bin germa rojê de
helbest dibe sîber
di sermayê de
helbest dibe agir û li şewa terî de dibe çirayê riya te
çi dema çetr, sîber, agir û çirayê min cem te nebûn
wê yekê bizane
êdî helbest çûye ava û ez jî mirime.
Ji Bo 8ê Adarê
baskê bazekî şikandin
asîman firrînek wenda kir
çavê xezalekê korr kirin
awirek ji kîsê deştê çû
guleyek ket qirika kewekê
çiya stranek wenda kir
kulîlkek binpê kirin
bilbil bêhnek wenda kir
lê dema ku jinek kuştin
evînek ji kîsê hemû dinyayê çû.
Ji Bo Şîrîn Elemhulî
Ji serê sibehê ve
Kolana herî mezin a Sineyê
Bû Ferzad Kemanger
Ji serê vê sibehê ve
Mestirîn bexçeyê Mehabadê bû şîrîn Elemhulî
Di zeraqa serê vê sibehê de
Hemû ew zarokên ji dayik bûne
Navê Ferhadê Wekîlî li wan hatiye kirin!
Ji îro û pêve
Di yekemîn ronahiya serê sibehê de
Mehdî îslamiyan bû Gola Wanê di berbanga îro de:
Elî Heyderiyan
Bû bi Taq Bostana Kirmaşan:
De fermo Sineyê lisêdarê bidin!
Serê Mehabadê bibirin…
De fermo nehêlin zarokên me ji dayik bibin!
De fermo
Nehêlin baran bibare û mehêlin giya şîn bibe û
Nehêlin zevî bijîn!
Ez ji îro û pêde, evîndarê çavê şîrîn Elemhulî me
Ji îro û pêde çi helbestên min hene, ez ê wan bikim
Gula stranan ji bo bejna şîrîn Elemhulî
Ji niha û pêde ez tayek ji porê wê me
Ji niha û pêde
Ez neynûka tiliya wê me
Ji niha û pêde ez dibim ew cote pêlavên
Ku cara dawî xistibû piyên xwe û pê çû sêdarê û
Ji niha û pêde, ez ew bazinê bi cîmayî yê destê
şîrîna Elemhulî me
Komara îslamî ya sêdaran
çi li sêdaran neda, ji xewnê heta helbestê û
Ji helbestê heta jinê û ji jinê heta nan,
Av û gul û kaniyan
Ya ku
Koma îslamî ya sêdaran
Nikare bi tu awayî li sêdarê bide
Ayinde û azadî ye.
Piste Pistek (Hemoyê Piçûk)
êvar bû
hemoyê biçûk î boyaxçî
li quncikê meydana mezin
li nav dilê bajarê şamê
serê westiyayî tewandibû
wek firça nav destê xwe
laşê xweyê zirav bilez bilez
dihejand.
hemoyî biçûk î eware
di ber xwe de
bi piste pist ev digot:
tu mamoste piyê xwe deyne!
tu bazirgan piyê xwe deyne!
zabit… casûs… leşker… celad mirovê baş…û mirovê pîç…
hûn hemû!
yek li pey yekî piyê xwe deynin
kes nema
tenê xudê ma
ez bawer im li wê dinyayê jî
xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe
wê gazî kurdekî bike
kî dibê
“ew kurd ne ez im”
ax dayê!
tu dibê pêlavên xudê çi qas mezin bin
çend numre ne lingên wî?
lê ji bo pere!
dayê tu dibê wê xudê çiqasî bide.
https://www.bernamegeh.org/2019/07/06/jiyana-serko-bekesserko-bekesin-yasami/