Jiyana Tahir Dînarî

Tahir ji gundê Dînara yê Tora Kerboran e. Kurê Evdirehmanê kurê Tahirê Mela Evdila ye. Di cotmeha sala 1983yan de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye.

Di nav hejarî û belengaziyê de mezin bûye. Xwendina wî ji xwezayê tê. Derfet çênebûne ku here dibistanê. Kesî xwendin fêrî wî nekiriye. Loma wek hevalên xwe li dibistanan nexwendiye. Ji deh saliya xwe ve temenê wî li tevrik û metotan derbas bûye heta 15 saliya xwe ku dibe evîndarê temburê.

Di 17 saliya xwe de dil dikeve keçeke ji seyidên Torê. Ji sedemên feodal û cûrbecûr dibîne ku evîna wî jê dûr dikeve. Bi hênceta ji bin bandora evîna keçika Torî derkeve ew dest davêje pirtûkên helbestan ên klasîk û hin pirtûkên zanayên dinyayê. Paş re hezkirina mirov û welat di dilê wî de zîl dide. Di vê navberê de nêzîkî çar sed pirtûkan dixwîne.

Niha li Qonyayê dijî û karê înşeetan dike ji bo debara malbata xwe. Helbestên wî bi pîvan û li ser weznê hatine ristin. Li ser mijarên evînî mentiq, welatparêzî û hevaltî û bi hin hestên cûrbecûr helbest nivîsîne.

Berhem:

Nûber, Helbest, Weşanxaneya Yekîtiya Sûrî

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !