Tîtalê Kerem

Jiyana Tîtalê Kerem

Tîtalê Keremê Seyad tebaxa sala 1965a , li Ermenîstanê dayîk bûye. Ew kurê bavekî çê ye, Keremê Seyad di Radyoya Rewanê de mîna qulingekî xerîb dengê xwe seranserî welatê xwe belav kir.

Dema wî digot Yêrêvan xeberdide, dar, bera , kevir û zinara jî ew guhdar dikir. Malbeta wan sala 1918a ji ber zilma Roma Reş, ji Qersê koçberî Ermenîstanê bûne. Wek piraniya Kurdan malbata wan jî li ser rêya koçberiyê gelek êş û keder dîtine, gelek neferê malbatê jî çûne ber rihma Xwedê.

Piştî rev û bezê çavê malbatê lê bû careke din vegerin ser cîh û warên bav û kala lêbelê ew mecela tu carê nekete destê wan. Ew bi dilekî êş qeza Talînê gundê Heko da bi cîh û war dibin.

Tîtalê Kerem piştî qulixa leşkeriyê tê di zanîngeha zimanên biyanî da beşa zimanê înglîsî dixwîne , dema ew 1989an da di zanîngehê da dixwîne rêvebiriya Radyoya Rewanê Tîtalê Kerem wek spîker vedixwînin radyoyê.

Piştî qebûlkirina komîsyonê ew aliyekî da karê spîkertiyê dike aliyê din jî zanîngehê de dixwîne
Beriya hilweşandina Sovyetê wî ev karê pîroz kiriye û heta roja îroyîn jî dike. Aliyê din sala 2010an virda di rêvebiriya rojnama Kurda ye dîrokî de ya bi navê Rêya Teze da jî dixebite îro di rojnamê de wek redaktorê sereke kar dike.

Welatê me da çawa keç tevn û teşiyên diya xwe xwedî derdikevin Tîtalê Kerem jî wisa nehîştiye defter û qelemên bavê wî Birêz Keremê Seyad erdê bikevin. Tîtalê Kerem bavê 3 zaroka ye, tevî malbata xwe Erîvana Ermenîstanê dijî.

Çavkanî: Yucel Aslan

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !