Jiyana Yaqob Tilermenî

Yaqob Tilermenî, di sala 1972’yan de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana Seretayî û Dibistana Navîn li Qoserê xwendiye. Li Zanîngeha Dîjleyê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Fizîkê qedandiye. Ji 1995’an heta taliya 1998’an li Stembolê Mamostetiya Fîzîkê kiriye. Pênc salan li Qoserê Mamostetiya Fen Bîlgîsiyê kiriye.

Di Gulana 2002’yan de ligel deh mamosteyan û endazyarekî, bi bahaneya xebatên perwerdekirina kurdî hatiye girtin û mehekê di Girtîgeha Mêrdînê de maye. Piştî serbestmayîn û rizgarbûna Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) li karê xwe vegeriyaye û ji hêla Walîtiya Mêrdînê ve sirgûnî bajarê Yozgatê bûye. Weke sirgûn du sal û nîvan li gundekî navçeyeke Yozgatê maye…

Nivîs û çîrokên wî ji sala 1997’an û vir ve di kovarên bi navê Jiyana Rewşen, Pelîn, Kevan, Nûdem, Hîwa, Rewşen-name, pêveka özgür Gündem- Ekgündem, Rojnameya Azadiya Welat û malperên bi navê Mehname, Amûde de hatine weşandin.

Tilermenî heta niha sê pirtûkên kurteçîrokan ên bi navê Êşbazî, Bermeqlûb û Ferhenga Sirgûnê û romana bi navê Kitim-Sêbareya Mêrdînê dane çapkirin. Helbestên Şükrü Erbaş ji tirkî ligel Dîlber Hêma bi navê ‘Cam û Kevir’ wergerandine zimanê kurdî. Desteyeke çîrokên çîroknûs Özcan Karabulut ji tirkî wergerandine zimanê kurdî.

Berhemên wî
Êşbazî, Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2002
Bermeqlûb, Kurteçîrok, Weşanên Sî Gulan 2003
Ferhenga Sirgûnê, Kurteçîrok, Weşanên Lîs Mijdar 2005
Kitim-Sêbareya Mêrdînê 1, Roman, Weşanên Lîs Îlon 2005
Qerebafon- Sêbareya Mêrdînê 2, Roman, Weşanên Do 2009
Bavfileh- Sêbareya Mêrdînê 3, Roman, Weşanên Do 2010
Metamorfoz, Kurteçîrok, Weşanên Na Nîsan 2012
Kermêşa Gerok, Kurteçîrok, Weşanên Zîbeq Sibat 2012
Kulîlkên Apê Mûsa, Şanonameya Zarokan A Muzîkalî, Weşanên Zîbeq Sibat 2012
Danişîna Zimanekî, Şanoname, Weşanên Şanoya Şaredariya Mezin A Amedê 2012
SERGOtina Calvino, Roman, Weşanên Avesta Gulan 2013

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !