Zelemele

Jiyana Zelemele

Zelemele (*1’ê avrêlê 1975, parêzgeha Dersîm, Bakurê Kurdistanê) stranbêjekî Dersîmî ye.

Bi Kirmanckî distrê. Navê wî yê rastî Memed Ali Güler e. Bavê wî helbestvan e û ji gundê Seyîn ê ye. Diya wî ji Axdad a Mamekiyê ye û ji bera Ûsivan e. Bi Dimilkî (Kirmanckî, Ginî, Zazakî, Zonê Ma, Şo bê) stranan distrê û awazgeriyê dike. Şêweyê mûzîka wî rock, rap û awazên wekî blues e. Herwekî ew awazên folklorîk jî bi afirandêriyeke nûjen distrê. Ew bi xwe hin caran navê stîla mûzîka xwe jî wekî “Zelemele” binav dike.

Niha li Almanya, bajarê Mainzê dijî. Ew ji aliyekê ve jî perwerdeya aborîzaniyê li zanîngeha Düsseldorfê dibîne. Ew bi mûzîka xwe ya rengîn gelek tê hezkirin.

Albûmên Zelemele

  • Şêle (2000)
  • Ameyme (2002)
  • Mûnzûr o (2006)

Lê Binêre

Erebȇ Şemo Şamȋlov 

126 saliya ji dayȋk bȗna, hȋmdarekȋ edebyeta kurdȋ,  bavȇ romana kurdȋ,Erebȇ Şemo Şamȋlov

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ Nivȋskarȇ kurd Erebȇ Şemo Şamȋlov  ji dayȋkȇ bȗye 23 meha cotmehȇ – Oktomberȇ …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !