Bêbuhar

Jiyana Yûsif Berazî (Bêbuhar)

Yûsif Berazî (z.1931- m.15-1-2009) helbestvanekî kurd e.

Yûsif kurê ‘Elî’ Eliyê Şêxo ye, pêşî cîwarê bav û kalên me bajarê Kobanê bû, lê piştî fermana osmaniyan bav û kalên wi çûn bakurî bajarê Helebê li gundê Tilcircê bi cîwar bûn. ew di sala 1931 ê de li wî gundî ji dayik bû, di sala 1947 an de jê bar kirin û li Minbicê bi cîwar bûn. Piştî heft salan, ango di sala 1954 ê de hatin bajarê Serê Kaniyê û ta nuha jî lê dijîn.berî ku ez bibe helbestvan dengê wi gelekî xweş bû, li tenbûrê “biziq” dixist û bi heval û dostên re di civatên gelêrî de stiran digot.. Stiranên wi wek ku ew gotî hew di şevbuhêrk û civatên gelêrî de bûn. Di wê çaxê de tomarkirin tunebû.

Çîroka wi bi helbestê re dûr û dirêj e, Berî ku ew têkevim warê stiranê de, wi helbest hez kir, di rêya dan û standinê re jê re kar di kir. seydayê nemir Cegerxwîn nas kir û têkiliyên wi pê re xurt bûn, dûvre têkiliyên wi bi mamoste Reşîdê Kurd re çêbûn. Wî jî hişt hînî rêzimana kurdî bibi. Mele Sîrac û mele Reşîd hebûn, gelekên din jî hebûn, lê nayên bîra wi. ew di rêya van ciwamêran re gelek pirtûk xwendin, mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, pirtûkên li ser pêlawaza, yên li ser dîroka kurdî û herweha pirtûkên bi zimanê farisî jî.

Ji sala 1966-1979 ê de, çi helbesta ku ew dinivîsand, u ji seydayê Cegerxwîn re dibir daku serrast bike..

-ew gelek helbest dane stranbêjan Yê pêşî hunermend Mehmûd Ezîz Şakir bû. Di sala 1967ê de min ew nas kir û min gelek helbest tevî awazan dane wî. Mîna:
Hebs û zindan gotin û awaz Bêbuhar.
Perwîn gotin Rêncber awaz Bêbuhar.
Rabe ji xewê gotin û awaz Bêbuhar.
Şînbû rîhan gotin û awaz Bêbuhar.
Eman dilo gotin û awaz Bêbuhar.
Gulîzar gotin û awaz Bêbuhar.
Dilê min her bi ahîn e gotin Bêbuhar awaz mamosta Mihemed Elî şakir.
Şêrîn tu cînara min î gotin Bêbuhar awaz M.M. Elî Şakir.
Mehmûd Ezîz çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran li wir tomar kirin.

Piştre Se’îd Gabarî derket. Hat cem min, min helbest danê Ew jî ev in:
Koçê mi bar kir.
Hat xweş buhar.
Bê bext felek.

Di tarî da Ew jî çû êzgeha kurdî li Bexdayê û stiran tomar kirin.

min hunermend Mihemed Şêxo nas kir, min gelek stiran dan wî jî. Mîna:
Hebs û zindan
Ez bûm ferar
Şêrîn tu cînara min î
Rabe ji xewê
Yarê şekir
Pismamo
Şeva tarî
Dayê (ez jî bi cî bim)
Dayka dilovan
Eman eman
Çibkim bi can
Derdan çi ez dil jar kirim
Koçê mi bar kir
Welat welat
Gulîzar
Eman dilo
Perwîn (gotin: Rêncber-awaz:Bêbuhar)
Kûba û Vêtnam.

Û hindek stranbêjin dî jî hene min helbest tev awazan daye wan wek Zubêr Salih, Mistefa Xalid.

Berhemên çapkirî

  1. Zindan helbest /1988
  2. Bang hebest /1997
  3. Raperîn helbest /2002
  4. Serxwebûn helbest/2006
  5. pêşketin ji weşanên semakurd 2008

Helbestvan Bêbuhar di 15-1-2009 çû ser dilovanya xwe li serê kaniyê.

Lê Binêre

Jiyana Milet Mihemed

Milet Mihemed (jdb. 1990, Dihok, Başûrê Kurdistanê), nivîskar û helbestvanekî kurd e. Yekemîn pirtûka xwe …

Bir Cevap Yazın

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !