Zeynelabidîn Zinar nivîskar, werger û lêkolînerê Kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953’yan de li gundê Hedhedkê girêdayî bi qeza Qubînê ve hatiye dinyayê. Bavê wî ji herêma Xerzana Jêrîn ji eşîra Pencînar û diya wî ji eşîra Reşkotan e.
Pêşî li cem bavê xwe Medreseya Kurdî xwendiye. Ders ji gelek seydayên hêja xasma weke Mele Sedredîn Yuksel, Mele Ebdurehmanê Nusra û Xelîfe Ûsiv wergirtiye. Piştî xwendina yazdeh salên Medresetiyê, Imam-Xetîb û lîseya tirkî xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê, Zinar yazdeh sal li belediya Êlihê di karên diravî de şixuliye. Ji 12’ê îlona 1980’yî ve ku cunta leşkerî hatiye, hetanî sibata 1984’an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn.
Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê di -Işkencede 178 Gün- diyar kiriye. Zinar, di dawiya 84’an de çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di sibata 1985’an de li nexweşxana Xaça Sor beşa îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995’an tedawî bûye. Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64’an de pêşî bi tîpên Erebî çêbûye, lê di 1985’an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li folklora kurdî kiriye.
Di 1985’an de weşanxanê, pişt re jî çapxanê li Swêdê ava kirine. Di sala 2004’an de çapxane hatiye radan, lê weşanxaneya xwe didomîne.
Zinar endamên wan saziyan e:
. Sendîkaya Nivîskarên Swêdî
. Sendîkaya Rojnamevanên Sînornenas
. PENa Swêdî
. Komela Nivîskarên Kurd a Swêdê
Heta niha 128 pirtûkên Zeynelabidîn Zinar di demên cuda de hatine weşandin.