Çendî ku mirin zagona jiyanê ye, lê dema kesên fedekar û emekdar dimirin, meriv pir li ber wan dikeve û hetfa meriv bi wan tê.
Di van rojan de du stêr ji asîmanê Kurdistanê xuricîn.
YEK: Hemîdê Hecî Derwêş.
YA DIN: Sebriye Hekarî.
Hemîdê Hecî Derwêş ji 1945-46an ve wek lehengekî dest bi xebata welatparêzî kiriye ji ber zext û hovîtiya dijminan bi sedê rojan di kadîn û giyadîn û qul û qewêran de razaye, herweha bi nanê tisî û pîvazên hişk xura xwe kiriye. Lê piştre gelek salên dirêj wek sekreterê Partiya Dekokrat a Pêşverû li Rojavayê Kurdistanê kar kiriye heta ku dawî li jiyana wî hatiye. Wî bi fedekariyeke mezin, emekekî pir zêde daye Doza Kurdî. Lê di dawiyê de bû koçber û kete nêv karwanê şehîdan.
Bila rihê wî şad be û cihê wî Behişta Berîn be. Herweha serê malbata wî û yê Neteweyê Kurd jî sax be.
Lehenga Duyemîn, Sebriyê Hekarî ye:
Ji malbateke fedakar û çalak ji bo Doza Kurdî her cûre kar kiriye. Dema malxweyê wê hatiye xeniqandin û leşkerên rejîmê ewê birine ser cenazeyê gorbihişt, wan dipa ku Sebriye mêrê xwe tawanbar bike lê li ber serê wî rawestiyaye û helbestên kurdî yên geşkirina bîrûbaweriyên nijadî xwendine. Herweha wê deh-duwazdeh sêwiyên xwe bi delalî, bi perwerdehiyeke rast û rewa mezin kirine û wan gehandiye refên nijadmendan.
Bila serê malbata wê û yê Neteweyê Kurd sax be.
Hêvîdar im ku cihê herdu gorbihiştan jî vala nemîne.
26/ 10/ 2019