1923, 24ê Tîrmehê – Peymana Lozanê hate şanenavkirin; parçebûna Kurdistanê.
1925 ,14ê Reşemiyê – Serhildana mezin a kurdan: Tevgera Şêx Seîdê Pîran.
1925, 16ê Berfanbar – Serhildana başûrê Kurdistanê li hemberî rêveberiya Ingilîzan
1925, 4ê Rezberê – Şêx Seîdê Pîran û 52 hevalên wî hatin darvekirin.
1926, 16ê Gulanê – Serhildana Agiriyê û komkujiya yekem a Agiriyê
1927, 26ê Gulanê – Serhildana Mutkiyê.
1927, 8 Rezberê – Komkujiya duyem a Agiriyê.
1927, Tebax – Komîteya neteweyî ya kurdan Xoybûn hate damezrandin.
1929, 22 Gulanê – Serhildana Geliyê Zîlan. 1929 ,14 Rezberê – Komkujiya Tendûrekê.
1930, 7 Rezberê – Komkujiya Agiriyê Ya Sêyemîn.
1931, Gulanê – Balafirên Ingilîzan berxwedana Şêx Berzencî şikandin.
1932, 5ê Gulanê – Ji bo kurdan qanûna sergomkirinê ya “Bicihkirina Mecbûrî” kete fermiyetê.
1935, 25ê Berfanbarê – Ji bo kurdên Dêrsimê “Qanûna Dêrsimê” ya sitemkarane hate derxistin.
1937, 5ê Rezberê – Pêşengê Serhildana Dersimê Seyîd Riza hate girtin
1938, 21ê Adarê 1937/16ê Rezberê- Berxwedana Dersimê û qirkirina komî.
1945, Tebax – Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê (Î-KDP) hate damezrandin.
1946, 13ê Berfanbar – Li Mahabadê Komara Kurdistanê hate damezrandin.
1946, 16ê Tebaxê – Partiya Demokrat Ya Kurdistana Îraqê- I-KDP hate damezrandin.
1947, 17ê Berfanbarê – Komara Kurdistanê ya li Mahabadê hate rûxandin.
1947, 22ê Reşemiyê – “Meşa Dirêj” a kurdan di bin serokatiya Mele Mistefayê Barzanî de.
1958, 14ê Pûperê/27 Tîrmehê – Key Faysal ji text ket û Îraq wekî komara hevbeş a kurd û ereban hate binavkirin.
1958, 7ê Kewçêrê – Mele Mistefayê Barzanî yê ku ji tarawgehê vegeriya Îraqê.
1961, 11ê Rezberê – Li başûrê Kurdistanê li hemberî pergala Îraqê şerê çekdarî dest pê kir.
1962, 5ê Kewçêrê – Di serjimariya ku li Sûriyeyê pêkhatî de 120 hezar kurd wekî “biyanî” hatin binavkirin û hemû mafên wan ên hemwelatiyê ji destên wan hate girtin.
1969, Gulan – Navendên Çandî Yên şoreşgerên Rojhilatî DDKO hate damezrandin.
1970, 11ê Adarê – Tevgera başûrê Kurdistanê xweseriya xwe bi perqala Îraqê da pejirandin.
1974, 11ê Adarê – Ji ber ku pergala Îraqê peymana xweseriyê binpê kir şer û pevçûnên dijwar di navbera kurd û hêzên pergalê de dest pê kirin.
1975, 5ê Adarê – Şanenavkirina Peymana Cezayîrê di navbera Îran û Îraqê de; êrişên hevbeş ên dijwar li hemberî tevgera kurdan û belavbûna hêzên kurd li başûrê Kurdistanê.
1975, Pûşper – Yekîtîya Niştimanî Ya Kurdistanê (YNK) hate damezrandin.
1978, 11ê Rêbendanê – Komkujiya li hemberî elewiyên Gurgumê. 1978, 18ê Gulanê – Heqî Karer hate qetilkirin.
1978, 27ê Kewçêrê – Partiya Karkerên Kurdistanê PKK li Fîsê hate damezrandin.
1979, 1ê Adarê – Serokê PDKyê Mele Mistefayê Barzanî li Amerîkayê mir.
1979, 17ê Tebaxê – Mehabad kete destê hêzên kurd.
1979, 5ê Rezberê – Pergala Îranê li dijî kurdan fermana cenga pîroz derxist û êrîşî kurdan kir.
1980, 12ê Berfanbarê – Di encama êrîşa pergala tirk û sûrî de li Qamişloyê 15 mîlîtanên KAWAyê hatin qetilkirin.
1982, 21ê Adarê – Mazlum Dogan di zindana Amedê de şehîd ket.
Çavkanî:Ûmîd Demîrhan-Hînkerê zimanê Kurdî-2