HİCRAN ASLAN
Pirtûka Metîn Kaya Av û Dilop ji Weşanxaneya Klarosê derketiye. Helbestvan ne ku hestên kûr û tevlihev tîne ziman, bi hêvî daxwazên xwerû nivisandine. Dayik û bavê xwe û zarokatîya xwe jî aniye îro û wergerandiye ser helbestê. Jixwe helbest bi xwe wergerandina dayika meriv nîne. Bavê meriv rêber e, yan astengî ye? Meriv bi wê wergerê xwe ji nuh ve tîne ser rûyê dinyayê. Helbestvan bi destê xwe digire û xwe derdixe hizûra daxwazên xwe. Zimanekî naturel û sade daxwazên zelal, helbestvan xwe wekî sitarekî, wekî loqmanekî dihesibîne. Lê bi şertê xweza, yar, evîn dil bike û bihêle.
li ser masê pênûs û rûpel hate danîn
ya bakurê laşê mirovek xêz kir
ya başûrê dest û lingê wî pê ve kir
ya rojhilatê lebatên wî cih kir
ya rojavayê lehengî û serbixweyî danî ser dilê wî [Çar Dayik, r. 15]
Helbesta Çar Dayik nazîreya helbesta Şêrko Bêkes a bi navê Çar Zarok e. Ez ê wê helbestê jî bikim nav nivîsa xwe. Çar zarokên ku mêrikekî xêz dikin û çek danîne ser milê wî. Metîn Kaya ji çar perçeyan tîne hev û lehengekî çêdike. Lehengekî serbixwe.
Çar Zarok
li Îranê /çar zarokên /faris / tirk / ereb û / kurd / wêneyê mêrikekî çêkirin / yekem, serê wî / duwem, laşê wî / sêyem, dest û piyê wî / çarem çek danî ser milê wî!
hey…
daholvanê ku di mîrkutê şevê dikute
ma ji bo tariyê
cotek gotinên te tune [Gotin, r. 55]
Hişyarbûna jiyanê, tiştên ne di xew de, hêvîyên dilê me hê li wir in. Ji astengîya desthilatdar bûne bêdeng, pengizîne lê li wir in. Xeyala helbestvan ew e ku bigihije dengê wan û hevîyên rojên baş bike dilê wan.
li ser sîngê qulingekê hişyar ba’m
bihar hatiye çiya yên welêt** [Çepik Bûma, r. 35]
Ji helbesta Ahmed Arif hevokekî helbestê xurt kiriye. Bi epîgrafa Rênas Jiyan a ji pirtûka Janya helbest kon girtiye. Zimanekî bê welat, çûkên bê bask, li ezman li berbangê zêmarek heye. Zêmarek cî nabîne ku ji xwe re bigirî.
Helbesta Roboskî Sinor çawa ji her du alîyê xwe ji birîndare, çawa mirin û mayin carînan heman tişt e, helbesvan dizane carînan mayîn ji mirinê mirîtir e.
Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com