Yaşar Kaya (* 1938, Kars – 19 Mart 2016 Erbil) Yek ji siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê Kurdan e.
Piştî qedandina dibistana amadeyî li Stenbolê dest bi perwerdeya aborîzaniyê li zankoya Stenbolê dike. Di sala 1959’î de wekî 49 kes ji ber Kurdbûyîn û xwedîderketina mafên rewa yên Kurdan tên darizandin. Ev darizandin di dîroka Kurdistanê de bi navê “Doza 49’an” tê binavkirin. Ev doz 10 salî didome û di vê pêvajoyê de Yaşar Kaya rastî gelek zilm û zordariya sazûmaniya Tirk tê. Di sala 1968’î de sirgûnê bajarê Konya dikin. Kaya herçendî karsaz û aborîzanek bû/e jî jiyana wî bi tevayî di xizmeta Kurd û Kurdistanê de diborî/e.
Kaya yek ji endamên damezrêner ên Weqfa Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û PKDW´ê bû. Xwedî û berpirsiyariya yekemîn rojnameya rojane ya Kurd Özgür Gündem´ê bû. Yekemîn serokê partiya legal a Kurd DEP´ê bû.