Melayê Batê yan jî Mela Hesenê Bateyî (z. 1417, Colemêrgm. 1491 Colemêrg) helbestvan, wêjevan û nivîskarekî klasîk ê kurd bû.
Navê Melayê Bateyî yê rastîn Hesen/Husên e. Lê belê di pirtûka Ensîklopediya Îslamê de hatiye nivîsandin ku navê wî Ehmed e. Her wisa nivîskar û lêkolîner doktor Belîc Şêrko, Mihemed Emîn Zekî û Elaedîn Secadî jî vî navî dipejirînin û di berhemên xwe de jî nivîsandine.
Mewlûda ku Melayê Bateyî nivîsandiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinar ve hatiye tîpguhastin û di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê Weşanxaneya Firatê ve hatiye çapandin. Li ser pişta wê çapê Mele Ehmedê Batê nivîsandî ye. Lê li ser Mewlûda Melayê Bateyî ku di dema osmaniyan (Rumî 1323, Mîladî 1907’an) de, li bajarê Stenbolê hatiye çapkirin, Hesenul Ertoşî (Hesenê Ertoşî) nivîsandî ye. Tê zanîn ku Bate navê gundê wî û Ertoş jî navê eşîra wî ye. Ji xwe Bate gundê ertoşiyan e. Nivîskarê Dîwana Kurmancî Evdireqîb Yûsiv jî dibêje ku navê wî “Husên” e. Dibêje: Carekê riya min bi herêma Hekariyê ket, min ji malbata Bateyî pirsî û bersiv “Husên” bû. Jixwe mela û gelê wê herêmê hemû jî dibêjin ku navê wî Husên e. Dibe ku navê wî “Hesen/Husên” be û “Ehmed” jî leqeba wî be.
Berhemên wî
Bi qasî ku tê zanîn, berhemên wî ev in:
- Mewlûda Melayê Batê (Mewlûda Kurdî)
- Dîwana Bateyî
- Destana Zembîlfiroş
https://www.bernamegeh.org/2020/05/24/helbesten-melaye-bate/