Bismil

Bajarê Bismilê

Bismil yek ji navçeyên Amedê ye. Di sala 1936’an de bûye navçe. 55 km ji Amedê dûr dikeve. Rûber 17.000 km² ye û nifûsa wê 118.605 e.  navçe li qeraxa çemê dîjleyê hatiye avakirin. Herweha li ser riya Amed û Batmanê ye û li navçeyê riya hesinî jî derbas dibe.

Li Bismilê koçerên Bulgar bi destê dewletê hatibûn niştecihkirin ku bo demografiya herêmê biguhere. Herwiha hemû axa navçeyê ji van koçeran re hatibû pêşkêşkirin. Ji loma koçeran nedihiştin Kurd li navçeyê bicih bibin û ew diqewirandin. Di salên nodî de ji ber şer û pevçûnên PKKê û dewletê gundiyên Stewra Mêrdîn gundê xwe terikandin.

Piştî çend pevçûn û şeran karibûn xwe li navçeyê bicih bikin û ji bin hakimiyeta koçeran derbixin. Piştî hakimiyeta koçera neman ji hemû navçeyê derdora Bismilê koç çêbûn. Ji Hezro, Pasûr, Sason, Stewrê gundî ber bi bismilde hatin. Niha piraniya navçeyê Kurd e û tirkên koçer di gundên weke Tezeka, Koselo de mane. Bingeha Bismilê bi qasî 2000 sal berê hatiye avêtin.

Gelek şarezayiyan li vir desthilatî kirine. Li gundê Kerxê 3 girikên çêkirî hene ku tê kotin kelehê çavdêriyê bûne. Dîroka navçeyê ji ya Kurdistanê ne cudatir e. Navê navçeyê di qeydên farsan de “Bîstmal, Pîs Mîl, Basmîl” derbas dibe. Gorî hin îdiayan ev nav ji eşîra mîllî ya kurd tê.

Bernamegeh Kurdî / bernamegeh@gmail.com

Lê Binêre

Hejmara (22) a Kovara Şermola Derket

Hejmara (22) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî …

error: LÜTFEN OKUYUN KOPYALAMAYIN - JI KEREMA XWE BIXWÎNIN KOPÎ NEKIN !